Jinên ji pêkhateyên cuda: PDK dijminê herî mezin ê Kurdan e

Jinên ji hemû pêkhateyan bajarê Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê piştgiriya xwe bi gerîla re nîşan dan û gotin: “PDK dijminê herî mezin ê Kurdan e.”

Jinên ji pêkhateyên cuda: PDK dijminê herî mezin ê Kurdan e
21 nîsan, 2022   07:26
MINBIC- SELWA EBDULREHMAN

Piştî 3 rojan ji serdana serokê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re û hevdîtin wî bi Erdogan û serokê Îstixbarata Tirk Hakan Fîdan re, artêşa dewleta Tirk a dagirker di 18'ê Nîsanê de dest bi êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê kir.   

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 26'ê Adarê de eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker wê bi hevkariya PDK'ê êrişî Başûrê Kurdistanê bike.

' PDK'Ê DIJMINÊ HERÎ MEZIN Ê KURDAN E '

Pêkhateyên bajarê Minbicê vê yekê wekî êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan û li dijî destkeftiyên ku bi saya berxwedan û fedekariyên gerîla hatine bidestxistin, dibînin. Welatiya ji pêkhateya Çerkez Naciye Hac Mihemed piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî exlaq û yasayên navneteweyî ne û armanca wan a sereke tunekirina nasnameya kurdî ye.

Naciye Hac Mihemed bal kişand ser siyaseta dijminane ya dewleta Tirk a li hemberî gelên herêmê û got ew gelên azadîxwaz, berxwedêr û mafên xwe diparêzin, dike hedef.

Naciye Hac Mihemed têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re diyar kir ku PDK'ê bi kiryar û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re îspat kir ku ew dijminê herî mezin ê gelê Kurd e.

Naciye her wiha piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla re ragaihand û got: "Em bi we re ne, bi saya fedekariya we herêm ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû."

Welatiya bi navê Asya Îsmaîl jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kir ku berpirsê sereke yê van êrişan û rijandina xwîna Kurdan malbata Barzanî ye û divê were cezakirin.                    

'MÎNA LI GARÊ Û ŞÊLDAZÊ, DÊ DEWLETA TIRK VÊ CARÊ JÎ TÊK BIÇE'       

Xade Hemîd ya ji pêkhateya Ereb jî piştgiriya xwe bi gerîla re piştrast kir û PDK`ê wekî berpirsê êrişên li ser gelê Kurd nîşan da.                                                    

Xade Hemîd destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker wê berxwedana gerîla lawaz neke û çawa ku li Garê û Şêladzê têk çû, dê vê carê jî têk biçe.

(dx)

ANHA