Kobaniyan piştgiriya xwe bi şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da

Şêniyên bajarê Kobanê piştgiriya xwe ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê re nîşan dan, ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin.

Kobaniyan piştgiriya xwe bi şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da
21 nîsan, 2022   07:05
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Hikumeta Şamê ji 13'ê Adarê ve dorpêç li ser taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ferz kiriye, ku zêdetirî 200 hezar kes ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê li wan taxan dijîn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî vê dorpêçê hêrsa xwe nîşan didin.

'DESTÊ DEWLETA TIRK DI DORPÊÇÊ DE HEYE '      

       

Mihemed Oso yê ji bajarê Kobanê got: "Destê dewleta Tirk di vê dorpêçê de heye, ji ber ku ew û hikumeta Şamê dixwazin gelê Kurd teslîm bibe û ji cih û warên xwe koçber bibin. Lê belê dê hikumeta Şamê û dewleta Tirk tu encaman bi dest nexin.”

Mihemed Oso wiha axaftina xwe dewam kir: "Hemû hewldanên dijminan ên li dijî gelên herêmê ku armanca wan şikandina îradeya gel e, wê têk biçin.  ji ber ku gelê me li dijî birçîbûn û tîbûnê li ber xwe dide, dorpêça li ser Şêxmeqsûd wê bi destê gelê me têk biçe."

Oso piştrast kir ku şêniyên Kobanê ji bo berdewamiya berxwedana gelên li herêmên dorpêçkirî, her tiştê ji destê wan were wê bikin û wiha pê de çû: “Bêguman serkeftin ya gelê Kurd e ji ber ku bi hemû hêza xwe li ber xwe didin.”

'ARMANCA DORPÊÇÊ TÊKBIRINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E '

Her wiha welatiyê bi navê Ebdo Îsmaîl dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û got: "Armanca hikumeta Şamê ji dorpêçê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e, ji ber vê yekê divê gelê me li hemberî van siyasetan rabe."

Ebdo Îsmaîl piştrast kir ku ev dorpêç dê nikaribe îradeya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişkîne.

Ebdo Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de banga piştgiriya şêniyên li herêmên dorpêçkirî kir û got: “Îro dorpêça li wir e, dibe ku sibe li vir be, ji ber vê yekê divê em hevgirtin û yekitiya xwe ava bikin ji bo dorpêçê bişkînin.”

Mihemed Şêx Nebî jî têkildarî heman mijarê wiha axivî: "Rêjîma Sûriyê gelê me dorpêç dike da ku em tawîzan bidin wan. Lê em vê yekê red dikin û li hember vê yekê bêdeng namînin û her tiştê ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku tu cudahî di navbera Kobanê û taxên dorpêçkirî de nîne, em hemû bi ruhê biratiyê ve girêdayî ne."

Şêx Nebî her wiha destnîşan kir ku ev dorpêç plana hikumeta Şamê û dewleta Tirk a ji bo armancên siyasî, birçîkirina gel û fitneyên di navbera gel û rêveberiya xweser de ye û diyar kir ku êdî gelê Kurd van lîstokan baş dizane.                    

Mihemed Şêx Nebî di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gelên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê bi ser bikevin ji ber ku bi hêz û îradeyek mezin li ber xwe didin.

(dx)

ANHA