Li Serêkaniyê şerê çeteyan û li Girê Spî erebeyek teqiya

Hemwextî teqîna erebeya girêdayî çeteyên Polîsên Sivîl li Girê Spî yê dagirkirî, li Serêkaniyê di navbera komên çeteyan de şerekî dijwar rû da.

Li Serêkaniyê şerê çeteyan û li Girê Spî erebeyek teqiya
20 nîsan, 2022   21:19
HESEKÊ

Çavkaniyên herêmê da zanîn ku di navbera çeteyên bi navê Heyet Saîron ji aliyekî ve û çeteyên Polîsên Leşkerî, Firqet Hemzat û êla Igiêdat ji aliyekî de şerekî dijwar li kolana Zeîm û Sîna ya li naverasta Serêkaniyê derket. Di şer de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.

Li gorî çavkaniyan, ji ber çeteyên Heyet Saîron gelek kesên bi tawana dizî, gendelî û qaçaqiyê girtin, şer derket.

Li gorî çavkaniyekî din ji Girê Spî, mayînek bi erebeya girêdayî çeteyên Polîsên Sivîl de li nêzî gundê Taş Baş ê Girê Spî teqiya. Lê encama ziyanan nehat eşkereirin.

ANHA