Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê lihevkirinên din li Derayê pêk tîne

Rojnameyên erebî têkildarî pêkanîna lihevkirinên nû li Derayê, kar û barên Lîbyayê û hilbijartinên Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê lihevkirinên din li Derayê pêk tîne
21 nîsan, 2022   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

`LIHEVKIRINÊN NÛ LI DERAYÊ… CIWAN JI ÇÛYÎNA LEŞKERTIYÊ BI FIKAR IN`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Komîteya ewlehiyê ya rejîma Sûriyê li parêzgeha Derayê biryareke din stend ku “lihevkirinên nû” rojên çarşem û pêncşemê bi leşker û kesên ji leşkertiyê revîne pêk bîne.

Desthilata Sûriyê di çarçoveya “temamkirina lihevkirinan û pêkanîna wê” li başûrê Sûriyê de, di destpêka Nîsanê de muhleta derengxistina leşkertiyê, bi biryareke serokatiyê ya bi hejmar 5343 hat bidawîkirin.

Piraniya ciwanên parêzgeha Derayê ji bidawîbûna muhleta derengxistina leşkertiyê bi fikar in ku bendên kontrolê yên rejîma Sûriyê siyaeteke nû bimeşînin û ciwanan an jî kesên ji leşkertiyê direvin, bigirin. Nexasim ku hejmara kesên sûd ji muhletê girtiye pir e lê bi dest wan neket ku derkevin derveyî Sûriyê.”

`GELO EL-DEBÎBE DÊ BIBE SEDEMA PARÇEKIRINA LÎBYAYÊ?`

Der barê rojeva Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê hikumeta demborî Ebdulhemîd El-Debîbe, hicetên nerast derdixe da ku desthilata xwe heta demeke nediyar bidomîne. Tişta nû ku pêk hatî, hêzên hundir û derve piştgiriya wî dikin û dibînin ku berjewendiya wan bi berdewamkirina aloziyê re, pêk tîn. Di nav de Cezayir heye ku dixwaze rolekê bilîze û berjewendiyên xwe pêk bîne nexasim di doza beyara Mexribê de.

Piştî serdana El-Debîbe ya Cezayirê, asta xitaba xwe ya li hember hevrikê xwe Fethî Başaxa, palamento û artêşa Lîbyayê gûr kir.

Ji tevgerên milîsan û ji xîtaba siyasî û çapemenî ya tund, xuya dibe ku rewşa li Lîbyayê dê vegere çargoşeya şer û tevliheviyê.”

`LUBNAN… SEFERBERIYA HILBIJARTINAN Û PÊŞBIRKA BI DEMÊ RE`

Girêdayî hilbijartinên Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Kêmtirî mehekê maye ku hilbijartin li dar kevin, pêwîst dike ku hikumet û meclisa parlamenteran erkên li ser milên xwe pêk bînin bi taybet sozên ku dane Fona Diravî ya Navneteweyî.

Li gel hemleyên hilbijartinan, xîtaba siyasî ya pê re ku rewşa li welêt nakok dike û metirsiyan li ser hilbijartinan çêdike, gumanên kûr derketin holê ku projeyên “Capital Control”,  budceya giştî û pêkanîna plana geşkirina aborî pêk neyên. Li gel ku desthilatdar di nav xwe de li ser erêkirina van projeyan nakok in.”

 (şx)