Ciwanên Kobanê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker meşek li dar xist

Ciwanên şoreşger li herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî erebeya li ser rêya di navbera gundên Îdîq û Toxt de li başûrê Kobanê meşek li dar xistin.

Ciwanên Kobanê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker meşek li dar xist
20 nîsan, 2022   21:12
KOBANÊ

Têkildarî hedefgirtina erebe û welatiyan bi rêya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk meşeke şermezarkirina hate lidarxistin.

Meş ji qada şehîd Egîd li bajarê Kobanê dest pê kir, piştre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Firatê daxuyaniyek hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokatiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Firatê Ehmed Derwîş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:" Dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike ew ê nikaribe vîna gelên herêmê têk bibe."

Her wiha di daxuyaniyê de hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re di qirkirina Kurdan de hat şermezar kirin û ev tişt hat gotin:"Ew hevkariyê karesat bi xwe re anî, êrişên li ser mal û erebeyan bi rêya balafirên bêmirov jî encama wê yekê ye.

ANHA