Koordînasyona Kongra Star: PDK zarokên Kurdan dike qurban

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze tola binkeftina xwe li Garê û Avaşînê hilîne û got: “PDK îro jî zarokên Kurdan dike qurbana vî şerê qirêj.”

Koordînasyona Kongra Star: PDK zarokên Kurdan dike qurban
20 nîsan, 2022   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Koodînasyonê di daxuyaniya xwe de got, “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd berdewam in. Planên qirkirin û dagirkeriyê ku bi salan e li ser gelê Kurd dide meşandin, vê carê bi jî lihevkirina bi PDK`ê û hikumeta Iraqê re li hember gerîla şerekî mezin daye destpêkirin. PDK yekser di vî şerî de cih bigire. Bi vê plana qirêj dewleta Tirk dixwaze tola şikandina xwe ya li Garê û Avaşîn hilîne û Kurdan qir bike.”

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla ya li hember êrişên dagirkeriyê hat silavkirin û wiha dewam kir: “PDK bi hevkariya xwe bi dewleta dagirker a Tirk re xizmeta dijminên Kurdan dike. PDK di dîroka xwe de di gelek bûyerên bi êş de cih girtiy. Îro jî bi dorpêçkirina gerîla dixwaze zarokên Kurdan bike qurbanê vî şerê qirêj.”

Koordînasyona Kongra Star planên dijminane yên PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û, bang li tevahî gelê Kurd kir ku li beramberî van êrişan dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.

Her wiha bang li malbatên Pêşmergeyan kir ku qebûl nekin ku zarokên wan beşdarî vî şerî bên kirin.

 (cx)