CPT têkildarî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê zanyariyên nû parve kir

Rêxistina Christian Peacemaker Teams derbarê êrişa dagirkeriya Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê de zanyariyên nû dan. CPT`ê got, dewleta Tirk dixwaze li Çiyayê Reş, Şikefta Birîndaran, Aris Faris, Werxelê û Kurejaro 5 baregehên nû ava bike.

CPT têkildarî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê zanyariyên nû parve kir
20 nîsan, 2022   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

CPT’ê derbarê pêşhatên dawî yên êrişa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin dewleta Tirk li çiyayên asê yên Zap, Avaşîn, Metîna û Kurêjaro bi helîkopter û paraşûtan leşkerên xwe daxistiye xwarê û li deverê belav kirine.

Li gorî daxuyaniya CPT’ê artêşa Tirk bi kûrahiya 19 kîlometran ji sinorê Tirkiyeyê ber bi sinorê Şêladizê de bi pêş de hatiye. Dixwaze li Çiyayê Reş, Şikefta Birîndaran, Aris Faris, Werxelê û Kurejaro 5 baregehên nû yên leşkerî ava bike. Her wiha tê diyarkirin ji 17’ê Nîsanê ve hêzên asîmanî yên dewleta Tirk bi dijwarî deverên Avaşîn, Basyan, Zap, Kurejaro, Metîna û gundên devera Berwarî Bala bombebaran dike.

Di daxuyaniye de îşaret bi bandora êrişan a li ser xelkê sivîl yê deverê jî tê kirin û tê gotin, “Her çiqas ti ziyanek giyanî ya sivîlan nehatiye tomarkirin, lê helîkopter û balefirên bê mirov ên Tirkiyeyê bê navber bi ser deverên sivîlan de digerin. Ev êriş bûne sedem di nava xelkê deverê de tirsek mezin çêbe. Her wiha welatiyên deverê ku yek ji çavkaniyên debara wan komkirina giyayên Biharî ye, ji ber bombebaranan nikarin giyayên Biharî kombikin. Her wiha rewşa şer bandorek nerênî li ser kerta geştiyarî kiriye.”