'Divê gelên Kurdistanê li hember êrişên qirkirin û xiyanetê rabin'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelên Kurdistanê kir ku li hember siyasetên qirkirinê û xiyanetê bisekinin û planên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê têk bibin, her wiha piştgiriya gerîla bikin.

'Divê gelên Kurdistanê li hember êrişên qirkirin û xiyanetê rabin'
'Divê gelên Kurdistanê li hember êrişên qirkirin û xiyanetê rabin'
'Divê gelên Kurdistanê li hember êrişên qirkirin û xiyanetê rabin'
'Divê gelên Kurdistanê li hember êrişên qirkirin û xiyanetê rabin'
'Divê gelên Kurdistanê li hember êrişên qirkirin û xiyanetê rabin'
'Divê gelên Kurdistanê li hember êrişên qirkirin û xiyanetê rabin'
20 nîsan, 2022   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji 17`ê Nîsanê ve çalaliyên protestoyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikevin.

TIL HEMÎS

Li ser bangawaziya Meclisa Malbatên Şehîdan bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi dirûşma Hevkariya bi dewleta Tirk re xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandan ji çerxerêya giştî ya navçeyê dest pê kir û li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Birakê Ebdulxenî Hesen axivî û got: “Ev xwepêşandan berdewama meşa azadiyê û berxwedanê li hember siyasetîn qirkirin û xiyanetê ye û her wiha berdewama têkoşîna gelên herêmê ya ji bo azadî û demokratiyê ye.”

Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van siyasetan hewl dide gelê kurd qir bike û mafên gelên Kurdistanê bin pê bike.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Şucaa Ehmed axivî û diyar kir ku dewleta Tirk kurdan li ser xwe xetere dibîne ji ber wê her tim êrişî wan dike.

Ehmed bang li gelên Kurdistanê kir ku li hember siyasetên qirkirinê û xiyanetê bisekinin û komployên dewleta Tirk a faşîst têk bibin.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê girêdayî heman mijarê daxuyanî da û tê de rûyê xapînok a PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re eşkere kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xanim Omer daxuyanî li Goristana Şehîd Dîcle xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê hat kirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk û pê re PDK`ê dest bi qirkirina gelê Kurd kir. PDK`ê bûye dijminê yekane ya kurdan û planên dijminan pêk tîne.”

Di daxuyaniyê de bang li azadîxwazan û gelê Kurd hat kirin ku li hember van siyasetan serî hildin û rabin ser pêyan û piştgiriya gerîla bikin.

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR A HERÊMA FIRATÊ

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê li qada Jina Azad a li Kobanê daxuyanî da. Bi dehan jin, dayîk û hevserên şehîdan tev li xwendina daxuyaniyan bûn.

Dayîka şehîd Destîna Kobanê Neîme Eqbel daxuyanî xwend û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd di şexsê gerîla de armanc dike.

Neîme hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û diyar kir ku wê gerîla bi ser keve ji ber ku xweîd hêz û vîn e û gelê Kurd piştgiriya wê dike.

Neîma bang li gelê Kurd, jinan, dayîkên şehîdan û hevserên wan kir ku têkoşînê li hember xiyanet û dagirkeriyê mezin bikin heta ku serkeftin pêk were.

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan û Navenda Birîndarên Şer ên Tebqayê li Goristana Şehîdan a li bajêr daxuyaniyek dan. Endamê Navenda Birîndarên Şer Hafiz El-Hemûd daxuyanî xwend û hejmareke malbatên şehîdan û birîndarên şer tev lê bûn.

Di daxuyaiyê de hate teqezkirin ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi hemû hêza xwe îrade û destkeftiyên gel têk bibe. Hate diyarkirin ku êrişa hevpar a dawîn, kîna dewleta Tirk li hember şêniyên herêmê nîşan dide.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Divê tevahî Kurdistanî seferberiyê ragihînin û dakevin qadan û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar bikin, ku bi êrişên qirkirinê yên li dijî gerîla dixwaze nasname û îradeya gelan tune bike.”

Her wiha lihevkirinên di navbera hikumeta Kazimî û dewleta Tirk de hatin şermezarkirin.

HELEB

Ji bo şermezarkirina êrişên li ser Til Temir, Zirgan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi dehan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk li Parka Istîqamê ya li taxa Eşrefiyê kom bûn. Li wir endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Hemo daxuyaniye da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dagirkeriya Tirk mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya-Ukraynayê bi kar tîne û êrişan pêk tîne. Dewleta Tirk tevî PDK`ê ku bûye amûrek di destê wê de, hewl dide projeyên xwe yên terorê pêk bîne. Bi êrişan dixwaze fitneye di nava Kurdan de derxîne û aloziyên xwe yên hundirîn derxîne derve.”

Her wiha hat diyarkirin ku êriş ji bo parçekirina gelên Kurdistanê ne û bang li Kurdistaniyan û hemû hêzên nîştimanî, şoreşger û demorkrat ên cîhanê hat kirin ku helwesteke xurt li hember êrişan nîşan bidin.

ŞAM

Kongra Star jî li paytexta Sûriye Şamê daxuyaniyek da, endama rêveber a Kongra Star Mizgîn Yûsif daxuyanî xwend.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: “Armanca êrişan pêkanîna armancên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk, qirkirina gelê Kurd û tevgera rizgariyê (PKK) ne.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev mêtîngeriya Osmaniya nû projeya biratiya gelan li herêmê hedef digire. Em li pişta gerîla ne, ku parastina gelê Kurd û gelên herêmê dike.”

(şx,cx)

ANHA