​​​​​​​Saziyên çandê: Bi hevkariya PDK`ê hewldanên dagirkirineke nû tê kirin

TEV-ÇAND, Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK`ê tên kirin, hewldanên dagirkeriyeke nû ne.

​​​​​​​Saziyên çandê: Bi hevkariya PDK`ê hewldanên dagirkirineke nû tê kirin
20 nîsan, 2022   10:41
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê, Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê der barê planên hêzên desthildar ên li dijî Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya Zîlan Mecîd daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî geşdedanên li Kurdistan û cîhanê diqewimin, êdî eşkere dibe ku hêzên dagirker û yên navneteweyî dixwazin piştî planên sedsalê ku niha bi dawî dibin, ji nû ve statoya xwe mayînde bikin.

Di dewamam daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bê guman bandora herî mezin jî li ser Kurdistanê ye. Ji ber ku doza kurdî û baweriya pêkhateyan bi fikr û ramanên rêber Apo; projeya netewa demokratîk ku bûye nimûneya çareseriyê ji hemû pirsgirêkên dunyayê re û deng  vedaye. Ev yek li xweşiya Modernîteya Sermayedar nayê, ji lewra derî li ber êrîşeke berfireh û giran vekiriye.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi destpêka pêkanîna planan hat kirin û hat gotin: “Bi komploya navneteweyî ya di sala 1998`an de dest pê kiriye û di encamê de sala 1999`an de rêber Apo dîl hat girtin. Hêzên hegemonîk xwestin tevgera azadiyê û dengê rastiya gelan tune bikin, lê ne li bendê bûn ku wê çanda berxwedanê berdewam bike û bi hêztir bibe.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser rewşa îro û ev yek hat destnîşankirin: “Bi dorpêçkirina Şêxmaqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê ji hêla rêjîma Sûriyê ve û êrişên dewleta Iraqê li dijî xweseriya Şingalê, êrişên dewleta Tirk li Zirganê, Til Temir, Eyn Îsa û li ser xeta Şehbayê, li Başûrê Kurdistanê jî bi hevkariya PDK`ê hewldanên dagirkeriyeke nû bi êrişên li ser çiyayên azad û gerîlayên ku bûne mertalên hebûna gelan, heye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Bakurê Kurdistanê êrişên siyasî li ser HDP'ê û girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û gefên çeteyên DAIŞ`ê di van du rojên dawî de hemû nîşaneya hebûna lihevkirinên nijadperest û faşistan e.

Di daxuyaniyê de ev yek hat xuyakirin: “Diyar e ku hemû bi hev re biryara şerekî topyekûn li dijî vîna gelan û bi taybet jî li dijî hebûna kurdên azad dane. Armanca van êrişan jî xilaskirina faşista AKP-MHP`ê û sîstema sermayedar ji krîza ku di sedsala 21`an de jiyane.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Li ser vê bingehê em ê komplo û van planên dagirkerî û tunekirinê pûç bikin. Bi geşkirina çanda xeta Berxwedanê li her çar hêlên Kurdistanê û derveyî welêt de. Her wiha bi pîvanên şerê gelê şoreşger, bi bîr û baweriya çanda netewa demokratîk; bi vê berxwedanê em ê xeta îxanetê têk bibin û wekî gel û gerîla li seranserê Kurdistanê em ê bi hev re di yek çeperê de bin.”

(sb)

ANHA