​​​​​​​YJA Starê li Kurêjahro çalakî kir; 5 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên YJA Starê 19'ê Nîsanê li qada Kurêjahro ya herêma Zapê li dijî leşkerên dagirker çalakiya taybet kir. Di encamê de efserek di nav de 5 dagirker hatin cezakirin.

​​​​​​​YJA Starê li Kurêjahro çalakî kir; 5 dagirker hatin cezakirin
20 nîsan, 2022   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên YJA Starê 19'ê Nîsanê li qada Kurêjahro ya herêma Zapê, bi rengekî koordîneyî li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.

Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve hate lidarxistin, baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk ji nêz ve li dagirkeran xist. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî dagirkerek ceza kir.

Di vê çalakiyê de ku bi pêşengiya YJA Starê hate lidarxistin, yek jê efser bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin.