​​​​​​​Li Başûr dewleta Tirk û PDK û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî DAIŞ

Hemwextî êrişa hevbeş a artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê, artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir. Hemwextî van êrişan jî, tevgera çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû.

​​​​​​​Li Başûr dewleta Tirk û PDK û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî DAIŞ
20 nîsan, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Di çend rojên derbasbûyî de, geşedanên bilez çêbûn, bi taybet li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir. Ev êriş plankirî bû. Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 26`ê Adarê de agahiyên der barê hebûna planeke hevbeş de di navbera dewleta Tirk û PDK`ê de ji bo êrişkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, eşkere kiribû.

Êriş di 18`ê Nîsanê dest pê kir. Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Kamûran ê navçeya Çemankê ya parêzgeha Dihokê, girê MF û derdora Sergel li herêma Zê, girê Hekarî yê li Metînayê, girê Cûdî, girê Amêdiyê, qada Rexliyê ya li Avaşînê, qada girê Cehennem, Konîşka, Kurêjahro, şehîd Şahîn, Karker, Şikefta Birîndaran, Saca, Seyda yên li Zê, Qada Şehîd Şahîn, geliyê Şîvê, Karker, Seyda 27, Girê Şehîd Şerîf ên li Xakurkê bombebaran kirin.

Piştî êrişa bi balafiran, artêşa Tirk a dagirker ku hêzên wê li Başûrê Kurdistanê ne, dest bi êrişeke bejahî kir. Bi rêya helîkopteran leşkerên xwe veguhastin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) li hember wan êrişan sekinîn û şerên dijwar li wir rû dan.

Hemwextî wê, artêşa Iraqê êrişî bendên kontrolê yên Asayîşa Êzîdxanê yên li gundê Digurê yê herêma Sinûnî ya Şengalê kir. Lê Asayîşa Êzîdxanê li hember êrişan sekinî û şer rû da. Di encamê de sivîl birîndar bûn. Piştre artêşa Iraqê bi lez hêzên xwe sewqî geliyê Çilo û Sekînê kir ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ-YJŞ) lê ne. Piştî ku artêşa Iraqê gihaşt geliyê Cîlo, navendên YBŞ û YJŞ`ê kirin hedef. Yekîneyan jî bersiva êrişê da û şerên dijwar rû dan.

Hemwextî êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet herêmên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê, zêde kirin. Çeteyên xwe li seranserê eniyên di navbera herêmên dagirkirî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kom kirin.

Piştî van êrişan, tevgera çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû. Kesên nenas ku îhtîmal heye şaneyên DAIŞ`ê ne, erebeyeke Meclisa Leşkerî ya Reqayê di 18`ê Nîsanê de li nêzî Rêya Roman a rojhilatê Reqayê teqand. Di encamê de 2 şervan birîndar bûn.

Her wiha roja sêşemê bombeyek li navenda Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hat dîtin.

Di heman çarçoveyê de, çeteyên DAIŞ`ê qeydeke deng belav kir û tê de destpêkirina qaşo operasyona “Xizwêt El-Şeyxeyn” ragihand ku dixwazin tola kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî û El-Qureyşî hilînin.

Roja sêşemê, Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serçeteyekî DAIŞ`ê girt ku bûyerên revandinê pêk dianîn û plana pêkanîna bûyerên kuştinê li herêma Holê dikir. Pê re belge, çek û alavên teknîk hatin dîtin.

(şx)