​​​​​​​Li Bûrsayê dema otobusa gardiyanan derbas dibû teqîn çêbû

Li navçeya Orhangazî ya bajarê Bûrsa yê Tirkiyê dema otobuseke ku gardiyan tê de bûn derbas dibû, teqînek çêbû. Di encamê de kesek mir, 9 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Bûrsayê dema otobusa gardiyanan derbas dibû teqîn çêbû
20 nîsan, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, li navçeya Orhangazî ya bajarê Bûrsayê, otobuseke ku gardiyan tê de bû, dema ku derbas dibû teqînek çêbû. Di bûyerê de li gorî agahiyên destpêkê kesek mir, 9 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li taxa Yenî Karaman li ser rêya Bûrsa-Mûdanyayê qewimî.

Qad hatiye dorpêçkirin û lêkolîn dewam dike.