Li Reqayê komeke belavkarên narkotîkê hatin girtin

Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê komeke belavkarên narkotîkê girtin.

Li Reqayê komeke belavkarên narkotîkê hatin girtin
20 nîsan, 2022   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermi daxuyanî da û got: "Têkoşîna li Dijî Sûcên Birêxistinkiriî 19`ê Nîsanê li kantona Reqayê komeke belavkarên narkotîkê girt.

Endamên me yên Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcên Birêxistinkirî piştî şopandandina du kesên ku guman li ser hebû, dema ku di 30`ê Adarê de madeyên hişbir li bajarokê El-Keramê didan hevdu, girtin û 525 hebên “captagon” desteser kirin.

Di lêpirsînê de her du kes li xwe mukir hatin ku madeyên hişbir difiroşin gelê me. Her du diyar kirin ku  4 kesên din jî bi wan re heman karî dikin. Li ser vê yekê hêzên me bi ser malên wan de çûn û ew jî girtin.”

Kesên hatine girtin radestî aliyên peywendîdar hatin kirin da ku li gorî qanûnê bên cezakirin.

 (eh)