Amed Malazgîrt: Gel û gerîla dê bi hev re li ber xwe bidin

Ji fermandarên NPG’ê Amed Malazgîrt xîtabî gerîlayên HPG’ê kir û got “Gel û gerîla dê bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin û dê êrişa faşîzma AKP û MHP’ê were şikandin.”

Amed Malazgîrt: Gel û gerîla dê bi hev re li ber xwe bidin
20 nîsan, 2022   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt xîtabî gerîla kir.

Malazgîrt der barê geşedanên dawîn ên li eniya şer agahiyên girîng dan.

Amed Malazgîrt diyar kir di 23’yê Nîsanê de li hemberî êrişa berfireh a dewleta Tirk wan bi Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bersiv daye û got “Dijmin di vê operasyonê de negihişt armanca xwe û gelek derbên giran xwarin. Bi tenê li hinek cihên Avaşînê bi cih bû.”

Amed Malazgîrt diyar kir dewleta Tirk îsal jî amadekariyeke mezin kiriye û di 14’ê Nîsanê de bi şev bi 55 balafirên şer, gelek dron, obus, tank û topan êriş daye destpêkirin û got: “Di 17’ê Nîsanê de bi şev jî bi helîkopterên Skorsky xwest leşkeran deyne Zap û Avaşînê. Hevalan di wê kêlîkê de ji gelek cihan li van helîkopteran da û nehişt helîkopter leşkeran deynin.”

Malazgîrt diyar kir ku artêşa Tirk ji xeta Başûr a Kurêjaro hatiye, ji ser Şêladizê xwestiye li 3 cihan leşkeran deyne û ji baregeha Sîrê ya li Şêladizê bi pêşengiya hinek kontrayan xwe li 3 cihên Kurêjaro bi cih kiriye û 2 rojan di navbera gerîla û dagirkeran de şerên giran çêbûne.

Amed Malazgîrt diyar kir artêşa Tirk hewl daye bi helîkopteran leşkeran deyne hinek cihên Çiyayê Reş jî û got: “Bi mudaxeleya hevalan re, nekarîn roja pêşîn leşkeran deynin. Di 18’ê mehê de jî leşker ji xeta Serê Sêvê ber bi Çiyayê Reş ve hatine û bi alîkariya helîkopterên êrişê, leşker danîne Girê Rûbar û Çiyayê Reş. Bi tu awayî artêşa Tirk nekariye leşkeran deyne Girê Cehennemê. Gelek caran xwestin leşkeran deynin Şikefta Birîndaran û Girê Karker, lê hevalan li wan da û nekarîn leşkeran deynin.

Artêşa Tirk bi tenê karî 3 caran leşkeran deyne hinek derên Şikefta Birîndaran û Girê Karker. Li ser xeta Cîloyê Biçûk xwestin ji hewayî ve leşkeran deynin Girê Şehîd Şahîn lê hevalan li wan da û artêşa Tirk nekarî leşkeran deyne. Ji ber vê dixwazin ji qadên Koordîne, Petrût û Cîloyê Biçûk ji bejahiyê ve werin û li Şamkê û Girê Şehîd Şahîn bi cih bibin. Li qadê şerê giran didome.”

62 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Malazgîrt diyar kir ku li Girê Werxelê ya Avaşînê û derdora gundê Werxelê şerekî giran heye û got: “Ji 17’ê mehê heta 19’ê mehê di çalakî û şeran de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, heta niha 62 dagirker hatine kuştin, derb li 2 helîkopteran hatine xistin. Gelek birîndarên dijmin jî hene. Di van şer û êrişên hewayî de 7 hevalên em şehîd bûne.”

Malazgîrt di beşa dawîn a axaftina xwe de diyar kir dê êrişa dagirkeriyê zêde bidome û ew ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Malazgîrt got: “Hevalên me bi ruhê Apoyî û tarza milîtaniya fedaî ya PKK’ê bi cesareteke mezin ev operasyon pêşwazî kirin. Diyar kirin ku wê dijmin di vê operasyonê de têk biçe. Wê ev operasyon zêde bidome. Ji bo afirandina Kurdistana azad û azadkirina axa Kurdistanê çi berdêl hewce be, em ê bidin. Gelek hevalên me yên qehreman şehîd bûn. Deynê di stûyê me de ye ku em tola hevalên şehîd bistînin.

Dewleta Tirk di operasyonên xwe de li hemberî gerîlayan çekên qedexe û kîmyewî bi kar tîne. Dema ku dor were ser Kurdan dinya bêdeng dimîne û çavê xwe ji hovîtiya dewleta Tirk re digirin. Ji aliyê din ve jî li Bakurê Kurdistanê û li parçeyên din Kurdistanê êrişan dike. Li zindana ciwanên Kurdan qetil dikin, li ser civakê polîtîkaya êşkence û zextan didomînin. Dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin. Kurdên îxanetkar û bêyî îrade dixwazin. Van operasyonan ji xwe re dikin hincet, dixwazin têkevin nav Başûrê Kurdistanê û xeta Mûsûl û Kerkûkê têxin bin kontrola xwe.

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ DOZÊ DERKEVE’

Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk hefteyek berê got ka armanca wan çi ye. Kesên feraset û nêziktêdayîna dewleta Tirk nabîne yan kor e, yan jî ker e yan jî kesên hay ji vî tiştî hene û bêdeng in jî ji dewleta Tirk ditirsin û îradeya xwe teslîm kirine. Girîng e ku gelê Kurd û dostên wan di vê pêvajoyê de xwedî li doza xwe derkevin. Heke îro xwedî lê dernekevin wê sibê dereng be. Wê gel û gerîla bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin û teqez e ku wê êrişa faşîzma AKP û MHP’ê were şikandin”