​​​​​​​'Projeya neteweya demokratîk a li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç dikin'

Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo diyar kir ku fermana ambargoya li ser herdu taxan rasterast ji navenda Şamê tê û anî ziman ku armanc ji vê ambargoyê ew e ku projeya neteweya demokratîk derbasî herêmên din nebe.

​​​​​​​'Projeya neteweya demokratîk a li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç dikin'
20 nîsan, 2022   03:26
HELEB-XEYS ŞEMISEDÎN

Ambargoya ku Firqeya 4'an a hêzên hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, kete roja xwe ya 35'an. Hikumeta Şamê rê nadin ku madeyên sereke derbasî taxê bibin û gefan li jiyana bi sedhezaran welatiyan dixwe.

Di vê raporê de em ê behsa hin hurgilyên ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê,  her wila bandorên wê bi belge û hejmaran bikin.

HEJMARA ŞÊNIYÊN HER DU TAXÊN DORPÊÇKIRÎ

Li gorî serjimariya 2021'an a Komîteya Alîkariyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hejmara malbatên li her du taxan 32 hezar malbat in, ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Êzidî ne.

Hejmara şêniyan bi giştî 216 hezar û 420 kes in, piraniya wan Kurd in.

Li gorî arşîva komîteyê, piraniya şêniyên her du taxan şêniyên Efrîna dagirkirî ne ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne.

Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo diyar kir ku ji ber ewlehî û aramiya heyî koçberên Efrînê û ji seranserî Sûriyê taybet ji Idlibê berê xwe dan taxên, lê dorpêça hikumeta Şamê jî barê wan giran dike.  Valantîna da zanîn ku wan pêşwaziya wan malbatan kir û li gorî derfetên di destê wan de alîkaiya wan kir.

Welatiyê bi navê Hemîd Nasir diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, hişt beşek ji koçberan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bibin.

Nasir destnîşan kir ku ambargoya hikumeta Şamê xetên sor ên qanûnên navneteweyî yên der barê jiyana bi rûmet, azad û wekhev de derbas kirine.

AMBARGO ÇAWA DEST PÊ KIR?

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek caran diyar kiriye ku ji  zêdetirî 3 salan ve ambargo li ser her du taxan tê ferzkirin.

Lê ambargoya dawî ya ku ji 13'ê Adara derbasbûyî ve dest pê kiriye  ya herî giran e. Endamên Firqeya 4'an gule li barhilgirên berê xwe didan taxa Şêxmeqsûd reşandin.

Hevseroka Mecilsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo diyar kir ku ambargo bi fermana ji rayedarên hikumeta Şamê pêk hatiye û got, dewamkirina ambargoyê dê alozî û pirsgirêkan ji şêniyan re derxin, taybet ku piraniya wan karker in.

MADEYÊN NAHÊLIN DERBASÎ HER DU TAXAN BIBIN ÇI NE?

Destpêkê nehiştin ku ard û sotemenî derbasî her du taxan bibin.

Li gorî Yekitiya Dermansazên taxa Şêxmeqsûd, Firqeya 4'an ji 5'ê Nîsanê ve nahêle derman derbasî taxê bibim, gelek  nexweşên şekir, tensyon û dil hene bê derman mane.

Li gorî Meclisa Aborî ya Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, ambargoyê derbe li qada pîşesaziyê da, ku rê nayê dayîn ku madeyên sereke wekî caw, boyax, hesin û hwd derbas bibin.

Di vê der barê de Hevseroka Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Narîman Îbo diyar kir ku ferzkirina baceyan ji aliyê bendên kontrolê ve hişt ku madeyên sereke yên pîşeyî bên qutkirin.

Narîman Îbo diyar kir ku ji ber dorpêçê ziyan gihaye warê pîşeyî, kargeh rawestiyane, bê karî çêbûye û pirsgirêkên civakî derketine.

Narîman Îbo da zanîn ku li beramberî derbaskirina erebeyeke biçûk (suzkî) a bi sebze û fêkiyan barkirî, 10 hezar lîreyên sûrî tê ferzkirin.

'NAN XETA SOR E'

Li gorî agahiyên ku me ji Mecilsa Aborî wergirtin, 7 firneyên nan hene li bende ard û sotemeniyê ne ku dest bi kar bikin.

Eger ew firne werin xebitandin dê rojane 25 hezar rebte nan berhem bidin, pêwîstiya wan rojane bi 25 ton ard heye ku pêwîstiya 200 hezar şênî peyda bike.

Welatiyê xiristiyanî Corc Liyon got, nan xeta sor e, nabe li ser şêniyan bê qutkirin, ew qûta sereke ya welatiyan e.

Liyon diyar kir ku dorpêç bandor li wan kiriye û xeterî heye ku karesateke mirovî rû bide.

ARMANCÊN SEREKE JI DORPÊÇÊ ÇI NE?

Valantîna Ebdo der barê armancên ambargoyê de got: "Bi teqez ji fikirên projeya neteweya demokratîk a li taxê ditirsin ku li herêmên din ên Sûriyê belav bibe. Ev sedema sereke ye ku mîna van siyasetan bimeşînin. Diyar e ku teşeyê vê rêveberiyê li xweşiya hikumeta Şamê nayê, ji ber vê yekê bi hemû rêbazên di dest xwe de hewl dide gelê ku xwedî li vê projeyê derdikeve, derbe bike. Şênî jî dipirsin, gelo ev diyariya hikumeta Şamê ji bo şêniyên ku parastina taxên xwe ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirine. Bi tu awayan ev kiryar nayên qebûlkirin."

BAZIRGANAN AMBARGO DERFET GIRTIN

Hin bazirganên keysbaz bi endamên Furqeya 4'an re li hev kirine ku rojane hezar rebte nan derbasî her du taxan bikin. Her rebteyek bi 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê difiroşin. Ev rêbazeke bi plan e ku armanca wê derxistina tevliheviyê di navbera şêniyên her du taxan de ye, da li ser qûtê gel armancên xwe yên bazirganî pêk bînin.

Valantîna Ebdo got "Daxwaza gel rakirina ambargoya ne exlaqî ye, ji ber bandorên siyaseta birçîkirinê bi awayekî rasterast li ser zarok û kesên bi temen diyar dibe.

Her wiha rakirian bendên kontrolê yên Firqeya 4'an rê dide ku şênî bi azadî berê xwe bidin kantona Şehbayê û weke welatiyên sûrî nêzîkatî bi wan re bê kirin."

Valantîna Ebdo, ambargoya hikumeta Şamê weke sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser şêniyên her du taxan bi nav kir.

Li aliyê din welatiya bi navê Melkiya Ebdo diyar kir ku domandina ambargoyê dê karesatên mirovî bi xwe re bîne û anî ziman ku Firqeya 4'an nahêlin welatî zêdeyî 150 hezar lîreyên ku 40 dolarên amerîkî ye bi xwe re rakin.

Beriya niha ajansa me dîmenên bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê li derdora her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav kiribû.

Di dîmenan de diyar dibû ku hêzên hikumetê dihêlin welatî bi saetan li ser bendan rawestin.

Çavkaniyan jî ragihandin ku endamên Firqeya 4'an dest datîne ser milkên welatiyan, telefonên wan ên destan kontrol dike û heger bace nedin gefa revandinê li wan dixwe.

(şt)

ANHA