' Hêzên ku destekê didin artêşa Tirk çeteyên Erdogan in'

29 akademisyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û hêzên kurdî yên ku destekê didin van êrişan wekî çete û caşên Erdogan bi nav kirin.

' Hêzên ku destekê didin artêşa Tirk çeteyên Erdogan in'
19 nîsan, 2022   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

29 akademisyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî bi sernavê "Berxwedana gelê Kurd û gerîla dê hişmendiya turan a Erdogan tê bibe" hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk tên, dixwazin bi wê yekê herêmên din weke Kerkûk û Şengalê dagir bikin û di encamê de Sûriyê û Iraqê parçe bikin û tev li herêmên xwe bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Tirk a dagiker ji çend mehan ve bejahî û asîmanî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike. Di çend rojên derbasbûyî jî êrişên xwe li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînan topbaran zêde kiriye. Artêşa Tirk a dagirker ragihand ku wan dest bi operasyoneke dagirkirina wan herêman bi navê pencên kilîtkirî kirine. Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina bakurê Iraqê çend sal in , di nava hewildanan de ye, dixwazin herêmên ku di Şerê Cîhanî yê Duyem de ji dest dane ji nû ve vegerînin. Erdogan gelek caran diyar kiriye ku ew dixwaze serdema Osmanî vegerîne.

Ji bo dagirkirina herêmê 40 sal in bi hinceta PKK'ê şer dikin, dixwazin destkeftiyên Kurdan ên ji bo bi destxistina mafên siyasî û çandî têk bibin.Dewleta Tirk destkeftiyên Kurdan li tu deverê qebûl nake, ev siyaset ne tenê li Başûrê Kurdistanêm belku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Kerkûk û Şengalê, weke gava destpêkê dest bi êrişa dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiriye. Dixwaze Sûriyê û Iraqê dagir bikin, ev yek bi rêya siyasetên tirkirinê û guhertina demografîk li Efrîn, Cerablus û Babê li bakurê Sûriyê tê piştrastkirin.

Dewleta Tirk çawa muxalif û şoreşgerên Sûriyê kir çete û dawî li xewnên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina rûmet û azadiyê têk bir. Li herêma Kurdistanê jî heman tiştî dike, li wir jî hin rayedar kiriye çete û wan ji bo berjewendiyên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û parçekirina Iraqê bi kar tînin.

"PDK'Ê ÊRIŞAN QEBÛL DIKE Û RÊ DIDE WÊ YEKÊ"

Ev yek bi tevgerên bejahî û asîmanî yên artêşa Tirk a dagirker de eşkere dibin, balafitên artêşa Tirk bi azadî li asîmanê herêma Kurdistanê digerin.Ev yek tê wateya ku PDK'ê rê dide êrişan û piştgirî dide. Eger PDK'ê vê qebûl neke, Tirkiyê nikare êrişî gerîla bike.

Şopînerên karûbarên kurdî baş dizanin ku PDK'ê temsîla helwesta gelê Kurd nake, temsîla partiyên din jî li herêma Kurdistanê û herêmên din nake.

"BERXWEDANA PKK'Ê JI BO PARASTINA GELÊN HERÊMÊ YE"

Berxwedana PKK'ê herdem ji bo parastina gel û civakên herêmê ye, ev yek di dema êrişa DAIŞ'ê li ser Şengal, Mexmûr û Hewlêrê de derket holê, tekane hêza ku li xetên pêş şerê çeteyan kir, gerîla bû, bi lehengî li dijî hewildanên DAIŞ'ê yên dagirkirina Şengal, Kerkûk û Mexmûrê  û herêmên din şer kir. PKK'ê ji bo parastina gelên herêmê ji komkujî, wêranî û koçberiyê bikin bi sedan şehîd û birîndar da.

Xistina navê PKK'ê di lîsteya terorê de, biryareke siyasî bû ji aliyê hêzên hegemon ve ji bo Tirkiyê. Bi vê biryarê xwestin Tirkiyê bikin amûrek di destê xwe de, ev yek bi rêya kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê, Yemen, Lîbya, Ermenistan û Ukraynayê derket holê.

Her kes vê siyaseta erzan a dewleta Tirk û çeteyên wê nas dike, li ser vê yekê, nabe em ji wan kesan re bêjin Pêşmerge. Ji ber ku Pêşmerge ji bo parastina Kurd û Kurdistanê ji Sedem û rêjîma Îranê fedekarî kiriye.

Hêzên kurdî yên piştgirî didin artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina herêma Başûrê Kurdistanê çete û caşên Erdogan in, armanca wan têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e, ji bo berjewendiyên malbatî û partîtî kar dikin.

Li ser vê yekê em bang li gelên herêmê, rewşenbîr û siyasetmedaran dikin ku dengê xwe li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker çi li Başûrê Kurdistanê çi jî li bakur û rojhilatê Sûriyê bilind bikin.

Divê pêşmergeyên azad nebin amûreke eşîrtî, rê nedin navê pêşmerge bê reşkirin, armancên dewleta Tirk bi cih neyînin, serkeftin dê para gelên berxwedêr be."

Kesên îmze kirine ev in:

  1. Atif Mixwarî-Endamê Parlemantoya Misriê, cîgirê serokê Partiya Kombûna Misirî
  2. Adil El-Siwêd-Berpirsê ofîsa siyasî ya Tevgera Têkoşîna Erebî ji bo Rizgarkirina Ehwazê
  3. Hamo Moskofiyan-Nivîskar û Rojnamevan-Lubnan
  4. Mihemd Ferec-Nivîskar û Endzyar-Misir
  5. Dr.Mihemed El-Zibêdî-Lîbya
  6. Ebdurehman El-Reyanî-Yemen
  7. Samih Miharîq-Nivîskar û Rojnamevan-Urdin
  8. Seyid Ebdulfetah-Nivîskar û Rojnamevan- Misir
  9. Recaiî Fayid-Nivîskar û Rojnamevan-Misir
  10. Dr Celal Zinatî-mamosteyê felsefeya dîrokî di zanîngeha El-Iskenderiye-Misir
  11. Osman Bereke- Nivîskar û Rojnamevan- Lîbya
  12. Dr.Ebdusetar Seyf El-Şemerî-Iraq
  13. -Sati Racî- Nivîskar û Rojnamevan-Iraq
  14. Dr.Ehmed Receb-parêzer-Misir
  15. Ramî Zihdî-Çalakvanê siyasî-Misir
  16. Fayiz Cerade- Nivîskar û Rojnamevan-Filistîn
  17. Atif Ismaîl-Çalakvanê Siyasî-Sûdan
  18. Welîd El-Rîmalî- Nivîskar û Rojnamevan-Misir
  19. Dr.Teysîr Ebdulcebar El-Ewsî-Iraq
  20. Fethî Mehmûd-Rêvebirê Tehyîr El-Ehram-Iraq
  21. Dr.Besma Himêdî-Serok û Berdevka Yekitiya Jinên Afrîka ya Navneteweyî
  22. Elî Receb- Nivîskar û Rojnamevan-Misir
  23. Redad EL-Qelab- Nivîskar û Rojnamevan- Urdin
  24. Mihemed Fethî El-Şerîf-Serokê Navenda El-Ereb 2030-Misir
  25. Fîras Qesas-Nivîskar-Sûriyê
  26. Hemze Seqatî-Akademisyenê Sûrî yê Muxalif
  27. Dr.Dinya Mihsin-Misir
  28. Hanî Madî-Siyasetmedar-Misir
  29. Cemîl El-Omerî-şîrovekarê siyasî û psporê leşkerî-Yemen

(şt)

ANHA