Li Kurêjaro 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin

HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên dixwestin li herêma Kurêjaro ya navçeya Şêladizê ya di bin kontrola PDK’ê de bi cih bibin, sabotajek li dar xistin. Di encama sabotajê de 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin.

Li Kurêjaro 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin
19 nîsan, 2022   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Niha jî dixwaze li navçeya Şêladize ya di bin kontrola PDK’ê de li herêma Kurêjaro bi cih bibe.

Artêşa Tirk a dagirker ku bi peyatî ji bejahiyê  ve dihat, dema dixwestin li girê Şehîd Şemdîn bi cih bibin ji aliyê HPG’ê ve bi taktîka sabotajê hate lêdan. 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Kurêjaro ya girêdayî navçeya Şêladizeyê didome.

Çavkanî: ANF