​​​​​​​Şêniyên Şengalê: Em ê hata dawî têkoşînê bikin

Welatiyên Sînûnê ya Şengalê li dijî êrişên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê nerazîbûn nîşan dan. Welatiyên Sînûnê diyar kirin ku wê heta dawiyê têkoşînê bikin.

​​​​​​​Şêniyên Şengalê: Em ê hata dawî têkoşînê bikin
19 nîsan, 2022   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê ji duh êvarê heya niha ruxmê tevahî astengiyên artêşa hikumeta Kazimî karîn xwe bigihînin navendên asayîşên xwe û piştgiriya xwe ya ji bo asayişa xwe nîşan dan.

Şêniyên Şengalê ku xwe gihandin navenda Asayîşa Êzidxanê ya Sinunê, li wir daxuyaniyek dan. Daxuyaniya gel ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir ve hate dayîn. Di daxwiyaniyê de hate gotin ku ew weke civaka Êzidî heya dawî wê ji bo parastina deskeftî û zarokên xwe di nava tekoşînê de bin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew îro li gel asayişa xwe amade bûne û wiha hat domandin: “Hikumeta Kazimî dixwaze ku em deskeftiyên xwe yên ku me bi xwîna şehîdên xwe ava kiriye, bi hêsanî radestê wan bikin û koletiyê bipejirînin. Lê em weke dayik û gelê Şengalê heya dawî têkoşîna xwe bidomînin, em ê parastina mafên xwe bikin û ji bo avakirina Şengalek xweser çi ji me bê xwestin em ê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de her wiha got, eger tevahî xalên xwe yên asayîş û hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê jî radestê hêzên artêşa Kazimî bikin jî, cardin wê wana neparêzin û hate gotin: “Heya yek ji me hebe em ê piştevaniya zarokên xwe bikin, em ê  zarokên xwe, çiya, bawerî û çanda xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Kî dibe bila bibe, ger hêzek were bixwaze ku civaka me belav bike, bixwaze ku bawerî û çanda me tune bike, em ê heya dawî xwe biparêzin û tekoşîna xwe berdewam bikin. Em weke jin û gelê Şengalê heya dawiyê em ê nehêlin tu hêz êrişê zarokên me bikin. Em ê heya dawiyê li bermberî îxanet û lîstokên wan yên qirêj şer bikin.”