​​​​​​​PYD a Qamişloyê: Xiyneta PDK`ê li beramberî qirkirina gelê Kurd e

PYD li Qamişloyê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xiyaneta PDK`ê li ser esasê qirkirina gelê Kurd e: “Divê gelê Kurd vê xiyanetê qebûl neke.”

​​​​​​​PYD a Qamişloyê: Xiyneta PDK`ê li beramberî qirkirina gelê Kurd e
18 nîsan, 2022   13:56
QAMIŞLO

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Qamişloyê têkildarî êrişên dagirkiranê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda PYD`ê ya li taxa Bişêriyê ji aliyê endama PYD Semîra Mihemed ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Gerîla pêşeroj û tûmeta Kurdistanê ye” hatibû rakirin.

Semîra Mihemed got: “Em dibînin di serdana herî dawîn a rayedarên PDK`ê ji Tirkiyê re peymaneke girêdayî tevlîbûna PDK`ê ji êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye imzekirin, ji bo vê yekê em PDK`ê şermezar dikin.”

Semîra Mihemed da xuyakirin ku divê gelê Kurdistanê xiyaneta PDK`ê qebûl nekin û ev xiyanet li beramberî qirkirina gelê Kurd û got: “Hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re dûrî berjewendiyên gelê Kurd e.”

Semîra Mihemed bal kişand ser berxwedana HPG û YJA-Starê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Gerîla fedayê gelê Kurd e, me di êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê dît ku bi hezaran gerîlayan bervanî li ber gelan kir. Em tevde dizanin ku gerîla parêzvanê Kurdistanê ne. Em piştgiriya gerîlayan dikin; gerîla rûmet û nasnameya me ye.”

Semîra Mihemed da xuyakirin ku divê gelê Başûrê Kurdistanê jî li hember êrişên dewleta Tirk bi rola xwe rabin û got: “Pêwîste gel xwe bike mertalên zindî li hember topên dewleta Tirk. Her wiha em bang li partiyên kurdî dikin ku helwesta xwe li beramberî xiyaneta PDK`ê diyar bikin.”

Semîra Mihemed da zanîn ku di şoreşa Rojava de wan hêvî dikir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê destikdayînê bide û wiha dom kir: “Me hêvî nedikir ku PDK`ê bi vî awayaî tevlî şerê qirêj bibe, ne ji mafê PDK`ê ye rê bide şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê.”

Endama PYD'ê Semîra Mihemed wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em bang li pêşmergeyên ku tevlî şer bûn e dikin ku li şûna ketina lîstoka xiyanetê de; bila xwe bispêrin birayê xwe, ev xiyanet dikeve nava rûpeleyên dîrokê de dîrok vê xiyanetê jibîrnake.”

(sb)

ANHA