Rêxistina Christian Peacemaker Teams banga rawestandina êrişên li ser Başûrê Kurdistanê  kir

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya êriş destpê bike, 50 caran gundên derdora Şêladiz, Dêrelok û Kanî Masî hatin bombebaran kirin. CPT’ê xwest demek ji ya din zûtir bombebarana li ser Başûrê Kurdistanê were rawestandin.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams banga rawestandina êrişên li ser Başûrê Kurdistanê  kir
18 nîsan, 2022   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi hevkariya PDK’ê êrişa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bi awayek fermî ragihand. Ji duh bi şev ve dewleta Tirk bi hemû hêza û teknîka xwe a pêşketî Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike. Berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê bi heybet dewam dike.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) derbarê êrişa dagirker a dewleta Tirk de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Duh şev artêşa Tirk operasyonek leşkerî û nû li herêma Avaşîn, Zap û Metina ên ser bi Dihoka Herêma Kurdistanê destpê kir. Beriya ku operasyon destpê bike, 50 caran gundên derdora Şêladizê, Dêrelok, Kanî Masî hatin bombebaran kirin. Bi dehan leşkerên Tirk jî bi helîkopteran daketin ser çiyayên devera Nêrwe û Rêkan.”

CPT’ê di dawiyê de banga rawestandina êrişa dewleta Tirk a ser Herêma Başûrê Kurdistanê kir û xwest êdî welatiyên sivîl nekevin metirsiyê.