Malbatên şehîdan: PDK`ê dixwaze Kurdan ji şerê cîhanê yê sêyem re bike qurban

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê got: "Tevlêbûna nava refên gerîla û QSD`ê yekane rêbazê sekna li dijî PDK`ê ye ku hewl dide Kurdan ji şerê cîhanê yê sêyem re bike qurban."

Malbatên şehîdan: PDK`ê dixwaze Kurdan ji şerê cîhanê yê sêyem re bike qurban
18 nîsan, 2022   13:36
ŞEHBA

Di demekê de ku PDK`ê hêzên xwe ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve dişîne, artêşa Tirk a dagirker vê sibê li dijî gerîla û Kurdên li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên nû da destpêkirin.

Têkildarî mijarê bi dehan malbatên şehîdan, endamên desteyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qerah a kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrîn Hêvîn Silêman bi zimanê kurdî û endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Mihemed Welo daxuyanî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi tîfaqa PDK'ê, bi taybet malbata serwer êriş li dijî Başûrê Kurdistanê ragihand. PDK'ê û malbata serdest a li Başûrê Kurdistanê roj bi roj hevkarî û ajantiya xwe bi dewleta Tirk re eşkere dike û van operasyonên wê pîroz dike. Armanc ji van êrişan şikandina vîna Kurdan e, her wiha da ku Kurd serî bitewînin û tevgera rizgariyê bikin amûrek di destê tirkên dagirker de û li gorî faşîstbûna xwe wan biguhere. Di heman demê de armanc ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber ku asta girêdana manewî û madî ya di navbera Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rêber Apo de dizanin, her wiha da ku me bikin qurbanên sîstema nû ya global û şerên heyî, mîna ku jî şerê cîhanê yê yekemîn bi ermen û suryaniyan re kirin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ne tenê Kurd lê belê tevahî pêkhateyên din dibin qurban û wiha domand: "Ji ber ku em bûne beş ji vê pisgirêk û çareseriyê re . Divê em siyasetên xiyanetê ya malbata Barzanî û penceşêra ku di bedena Kurdn de belav bûne, her wiha xeta ENKS'ê teşhîr bikin da ku komployên pergalên dagirkerên Kurdistanê û yên kapîtalîzmê yên li ser me têk bibin. Li ser vê yekê divê hemû kesên ku heqiyê dixwazin divê tev li refên gerîla û QSD'ê bibin da ku vê komployê têk bibin."

Di dawiyê de bang li rêxistinên mafên microvan û Meclisa Ewlekariyê ya Navneteweyî hate kirin ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re û çeteyên wê û malbata Barzanî re deynin.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyanet û dagirkeriyê hatin berzkirin.

(eh)

ANHA