Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne

Şêniyên Dirbêsiyê û Kobanê li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, hêrsa xwe nîşan dan û bi êrişên “derexlaqî” bi nav kirin.

Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne
Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne
Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne
Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne
Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne
Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne
Welatiyên Rojava: Em li pişta gerîla ne
18 nîsan, 2022   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên wê, endamên saziyan û nûnerên partiyên siyasî daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi hevkariya PDK`ê pêk tîne, şermezar kirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û ber bi kolanên sereke yên navenda navçeyê ve dewam kir. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Hevkariya bi dewleta Tirk re dijminatiya hemû gelan e " rakirin.

/ar/uploads/files/2022/04/18/115749_alderbasea-18-4-2022-28529.webp

Xwepêşandêran sloganên "Na ji xiyaneta PDK`ê re" berz kirin. Xwepêşandan li qada Şehîdên Azadiyê xwepêşandan veguherî mîtîngê.

Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef axivî û got: "Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re di pêkanîna êrişan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, asta xiyanetê jî derbas kir. Ev êrişên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) derexlaqî ne."

Xelef destnîşan kir ku ji beriya 500 salî ve dewleta Tirk a dagirker û pêşiyên wê li dijî gelên Rojhilata Navîn di bin navê îslama siyasî de komkujî û qirkirinan pêk tînin, ku nimûneyên wan di dîrokê de tune ne.

Xelef îşaret bi binketina dewleta Tirk a dagirker a di şikandina vîna gelê Kurd de kir û wiha axivî: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve ku li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e, dewleta Tirk a dagirker rojane li hemû parçeyên Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Lê dîsa jî bi vîneke xurt gelê Kurd û HPG`ê li hemberî van êrişan li ber xwe didin."

Mihemed Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Başûr PDK`ê bi kar tîne û komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Mîtîng bi sloganên "Na ji êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re" bi dawî bû.

KOBANÊ

Îro bi dehan şêniyên Kobanê êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi xwepêşandekê şermezar kir û gotin ew piştgiriya berxwedana gerîla dikin.

Xwepêşandan ji qada Azadî ya li bajêr dest pê kir û li qada Jina Azad rawestî. Bi sedan şêniyên kantonê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl tev li xwepêşandanê bûn.

Li qada Jina Azad xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka tevgerê Hebûn Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike û vê carê dixwaze bi hevkariya PDK`ê xewna xwe ya dagirkirinê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd nahêlin dewleta Tirk a dagirker armancên xwe pêk bîne, dê piştgiriya berxwedana gerîla bikin û li rex wan bin.  

Di daxuyaniyê de bang li mezinkirina berxwedanê li hember xayîn û dagirkeran heta pêkanîna serkeftinê hat kirin.

(eh, şx)

ANHA