Meclisa Ciwanan a Dêrazorê ambargoya li ser taxên Helebê şermezar kir

Meclisa Ciwanan a rojavayê Dêrazorê îro kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir.

Meclisa Ciwanan a Dêrazorê ambargoya li ser taxên Helebê şermezar kir
18 nîsan, 2022   11:45
DÊRAZOR

Bi dehan endamên meclisên sivîl ên rojavayê Dêrazorê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li pêşiya Meclisa Sivîl a bajarokê Kesreyê kom bûn. Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rojavayê Dêrazorê Bidûr El-Hecir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê bi tundî siyasetên nîjadperest û parçekirina gelan bi rêya lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de bi hevkariya PDK û hikumeta Iraqê tê çêkirin, şermezar kir û diyar kir ku armanca van kiryaran têkbirina yekitiya gelan û mafê wan e ku xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin û bi rêya lêkirina dîwar hewl didin rêveberiya li herêmê tune bikin.

Di daxuyaniyê de meclisê de îşaret bi lêkirina dîwar kir û diyar kir ku ew berdewama siyasetên PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re ye ku komkujî li dijî zarokan pêk anîn.

Her wiha meclisê daxuyand ku şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji destpêkirina aloziya Sûriyê ve, xwe bi rêxistin kir û bûn tovê Rêveberiya Xweser.

Meclisê di daxuyaniyê de got, ji bo şoreşa gelan berdewam bike, divê civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên mirovan erka xwe bînin cih û zilmê li ser gelên bindest rakin.

(eh)

ANHA