Bi sedan şêniyên Tirbespiyê li dijî noker û dagirkeran meşiyan

Şêniyên Tirbespiyê bi xwepêşandanekê êrişa hevbeş a dagirkeriya Tirk û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir. Şêniyan teqezî bi girîngiya mezinkirina têkoşînê li hember xayîn û dagirkeran kir.

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê li dijî noker û dagirkeran meşiyan
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê li dijî noker û dagirkeran meşiyan
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê li dijî noker û dagirkeran meşiyan
18 nîsan, 2022   11:33
QAMIŞLO

Ji 12`ê Nîsanê ve xwepêşandanên şêniyên Rojava û Bakur û Rojhilatê  Sûriyê li dijî xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hewldanên tunekirina kurdan û tevgera rizgariyê berdewam dikin. Tê payîn ku xwepêşandan heta 26`ê Nîsanê berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de û li ser bangawaziya Meclisa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê, xwepêşandanek li dar xist û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir ku êrişeke fireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kiriye.

Xwepêşandan bi dirûşma “Ji bo parastina rûmeta xwe em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin”, ji pêşiya avahiya Kongra Star dest pê kir. Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û oldar tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan li rojavayê sûka navendî rawestiye. Di çalakiya li wir de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û got: “Ragihanda şer ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, piştî 3 rojan ji hevdîtina serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê AKP`ê Erdogan, xiyanetên malbata Barzanî yên domdar ên li dijî doza kurdî û gelê Kurd tînin bîra me.” 

Hesen Ubêd diyar kir ku êrişa li ser gerîla ne tenê gelê Kurd lê belê gelên herêmê bi giştî dike heedef û wiha pê de çû: “Planeke mêtînger heye ku gelan kole bikin nexasim ku cîhan bi şerê Rûsya û Ukraynayê mijul bûye.”

Di dawiyê de Hesen Ubêd bang li gelê Kurd kir ku li hember van planên qirker bibin yek.

(şx)

ANHA