'DAIŞ projeyeke siyasî ye, gefê li tevahî Rojhilata Navîn dixwe'

Serokê  Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hac Îsa bal kişand ser metirsiya DAIŞ'ê û diyar kir ku DAIŞ projeyeke siyasî ye û ji bo li herêmê guhertineke demokratîk pêk neyê hatiye avakirin û bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî vê xeteriyê erka xwe  bi cih bîne.

'DAIŞ projeyeke siyasî ye, gefê li tevahî Rojhilata Navîn dixwe'
18 nîsan, 2022   05:49
KOBANÊ- MEYSA EKARÎ

Êrişa dawî ya şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û hebûna bi hezaran malbatê wan di kampan de, bi taybet li kampa Holê ku îdeolojiya DAIŞ'ê hilgirtine, asta metirsiya wan li ser herêm û cîhanê xuya kir.

DAIŞ PROJEYEKE SIYASÎ YE

Li ser mijarê, serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hac Îsa got, dewletên herêmê, bi taybet dewleta Tirk a xwedî hişmendiya îslama siyasî ya mîna hişmendiya koma Îxwan El-Muslimîn,  di derketina rêxistinên wekî DAIŞ'ê de xwedî roleke sereke bûn, ku berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê pêk bînin.

Ferhan Hac Îsa anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya îstismarkirina ola îslamê hewl dide destkeftiyên siyasî bi dest bixe û wiha domand: "Çima DAIŞ bi tevgera Sûriyê re derket? Berî ku em bersivê bidin divê em zanibin ku Sûriye li herêmê xwedî cihekî jeosiyasî ya girîng e ku ji welatên din cuda ye, ji ber vê yekê her guhertinek li Sûriyê ber bi demokrasiyê ve dê bandor li welatên cîran ên wekî Tirkiye û Iraqê bike. Ji bo vê jî pêwîstî dît ku bi rêya rêxistinên wiha, di serî de DAIŞ'ê, destwerdana vê tevgerê û dirûşmên bangên demokrasiyê, bike."

Hac Îsa da zanîn ku DAIŞ hate avakirin da ku li hember pêşketin û guhertinên demokratîk li Sûriyê bibe bend  û got: "Hêvî di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xebatên wê yên siyasî de ye ku hewl dide Sûriyeke nenavendî, piralî û demokratîk were avakirin."

Hac Îsa diyar kir ku DAIŞ ji ber sûcên ku li herêmê pêk aniye û hewldana avakirina dewleta xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fitneyê çêdike, ji ber vê yekê metirsiyeke mezin li ser berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyê çêdike.

Ferhan Hac Îsa destnîşan kir ku DAIŞ projeyeke siyasî ye û berjewandiya gelek dewletan di vê projeyê de heye, ji ber vê yekê ew li ser gelên herêmê û tevahî cîhanê metirsî ye.

Ferhan Hac Îsa wiha dom kir îdeolojiya tundrew a ku DAIŞ'ê dixwest li herêmê belav bike, ji hebûna wê ya leşkerî bi rêya şaneyên xwe yên razayî xetertir e û wiha domand: "Îdeolojiya wê wekî bombeyên li ber teqînê ye ku îhtîmal e di her kêliyê de biteqin."

' DIVÊ HEMÛ WELAT BARÊ RÊVEBERIYA XWESER SIVIK BIKIN '        

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hac Îsa bal kişand ser rola YPG, YPJ û QSD'ê di têkbirina DAIŞ'ê de û got: "Divê hemû welat li ser doza DAIŞ li herêmê helwesta xwe nîşan bidin, ji ber ku şêniyên herêmê gefa DAIŞ rawestandin û parastina mirovahiyê kirin, niha jî bi metirsiya vê terorê re rû bi rû ne."

Der barê helwesta welatên cîhanê de Hac Îsa got: "Em dibînin ku dewletên ku welatiyên wan ên tev li DAIŞ bûne, dan û standinê bi wan kesan re nakin û bi vî awayî hewl didin wan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bihêlin."

Der barê helwesta Partiya Sûriya Pêşerojê ji dosyaya DAIŞ'ê de Hac Îsa got: "Em wekî Partiya Sûriya Pêşerojê di wê baweriyê de ne ku divê nêzîkatiyeke navneteweyî ji vê dosyayê re hebe û hemû welat welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de vegerînin."

Her wiha anî ziman ku Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe kar dike, tevî ku ev erka her kesî ye, lê her kes vê mijarê paşguh dike, divê dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin û ev kes werin dadgehkirin.                        

Hec Îsa da zanîn ku dosyaya DAIŞ'ê mijareke navneteweyî ye, divê hemû welat ji van kesan berpirsiyar bin û barê Rêveberiya Xweser sivik bikin û got: "Ev kes metirsiyeke mezin li ser Rêveberiya Xweser û gelên herêmê ne, wekî bûyerên ku li girtîgeha Xiwêran û kampa Holê qewimî. "

(dx)

ANHA