Navenda Zirganê û gundên wê bi dijwarî tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navenda navçeya Zirganê û gundên wê bi çekên giran topbaran dike.

Navenda Zirganê û gundên wê bi dijwarî tên topbarankirin
18 nîsan, 2022   05:32
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê û gundên wê bi çekên giran û hawanê topbaran kirin. Di van kêliyan de navenda navçeyê û gundên Esediyê, Xidrawî, Dada Ebdal, Ribêat û Xirbêt Şiît tên topbarankirin.

Têkildarî zirarên canî û madî heta niha agahiyên zelal neketine dest.

(cx)

ANHA