Balafirên şer ên Tirkiyê Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî hinek deverên Amêdî û Şêladizê bombebaran dikin.

Balafirên şer ên Tirkiyê Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin
17 nîsan, 2022   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî hinek deverên Amêdî û Şêladizê bombebaran dikin. Bombebaran didome. Tê gotin ku liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye.

Balafirên şer çiyayê Korejehro yê Şêladizê, Metîna û herêma Berwarî Bala bombebaran dikin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 14’ê Nîsanê û vir ve bi balafirên şer û obusan herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bomberdûman dikin, berdewam dikin. Herêm bi hewayî û bejahî tê bombebarankirin.

Herî dawî di 15’ê Nîsanê de serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana dewleta Tirk kirîbû û li gel Erdogan hevdîtin kirîbû. Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinê diyar kir ku tekezî li ser berfirehkirina ewlehiyê kirine.