Şêniyên gundewarê Hesekê li dijî îxanetê banga yekitiyê kirin

Di xwepêşandana şêniyên gundewarê kantona Hesekê de xiyaneta PDK`ê hat şermezarkirin û banga yekitiyê û şikandina sînorên dewletên mêtînger danîne, hat kirin.

Şêniyên gundewarê Hesekê li dijî îxanetê banga yekitiyê kirin
17 nîsan, 2022   12:20
HESEKÊ

Bertekên şêniyên herêmê yên li dijî tevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re ku amadekariyên pêkanîna êrişan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, dewam dikin.

Di çarçoveya çalakiyên Meclisa Malbatên Şehîdan li Herêma Cizîrê banga wê kirine de, îro şêniyên navçeya Til Temir a kantona Hesekê û gundewarê daketin qadan û xiyaneta PDK`ê bi xwepêşandanekê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeyê dest pê kir. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD`ê rakirin û sloganên "Na ji xiyanet û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re" berz kirin.

Li dawiya kolana Fîlistîn xwepêşandan veguherî mîtîngê. Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û got: "Ji berê ve û heta niha ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dide û ji bo mafên xwe tê dikoşe."

Oso her wiha anî ziman ku hin alî û hin partiyên kurdî hewl dide Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo berjewendiyên aliyên dijbertiya şoreşê dikin, bi kar bînin ji wan Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS).

Ebdulxenî Oso destnîşan kir ku hikumeta Mistefa Kazimî bi hevakriya PDK`ê di navbera Şengal û Rojava de dîwar lê dike û wiha dewam kir: “Ev jî tê wateya berdewamkirina siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Şengalê ku DAIŞ`ê 2014`an pêk anîbû."

Oso got ku armanc ji lêkirina dîwar mayîndekirina parçekirinê û pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk a dagirker e.  

Endamê PYD`ê di dewama axaftina xwe de xiyaneta PDK`ê şermezar kir û bang li hemû hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku li dijî planên hikumeta Iraq, PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê, herêma Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wan a demokratîk bikin.

Oso bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurdistanê jî kir ku yekitiya xwe ava bikin û sînorên bi peymanên Sykes-Picot û Lozanê danîne, bişkînin.

(eh)

ANHA