YE ferzkirina cezayên nû li Rûsyayê nîqaş dike

Seroka Komîseriya Ewropayê ragihand YE`yê ferzkirina cezayên nû li ser Rûsyayê nîqaş dike û bang kir ku çekan bi lez bidin Ukraynayê. Li gorî Volodimir Zelensky rewş li bajarê Meriupolê pir giran e.

YE ferzkirina cezayên nû li Rûsyayê nîqaş dike
17 nîsan, 2022   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Komîseriya Ewropayê Ursula Von Der Leyen ragihand ku Yekitiya Ewropayê (YE) nîqaşên têkildraî ferzkirina cezayên nû li dijî qada enerjiyê û banka Rûsyayê berdewam dike.

Seroka Komîseriya Ewropayê anî ziman ku divê hemû dewletên endamên YE`yê bi lez çekan radestî Ukraynayê bikin, da ku bikare parastina xwe bike.

Rêveberê Beşa Hevkariya Ewropayê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Nîkolay Koprinets jî hişyarî da û got: "Çekên dê YE`yê bişîne Kîevê, piştî demekê dê li tevahiya Ewropa bê kontrol belav bibin û dibe ku bikevin destên terorîstan."

Li aliyekî din serokê Ukraynayê Volodmir Zelensky ji ajansa nûçeyan a Okranska Pravda re axivî û got: “Li Mariupolê rewş pir giran e. Leşker û birîndarên me di dorpêçê de ne. Aloziyeke mirovî heye. Lê dîsa jî leşkerên me xwe diparêzin.”

(eh)