`Divê em xweparastinê bikin bingeha parastina nasname û mafê xwe`

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê girîngiya berxwedan, têkoşîna û girêdana bi axê ve li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker destnîşan kirin û diyar kirin ku divê xweparastin bibe bingeha parastina nasname û mafan.

`Divê em xweparastinê bikin bingeha parastina nasname û mafê xwe`
17 nîsan, 2022   05:48
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrşiyê bi taybet herêmên ser sînor û eniyên şer ên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên ku dewleta dagir kirine de berdewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hema bêje rojane wan herêman bi balafirên bêmirov û çekên giran topbaran dikin. Zirarên madî digihînin mal û milkên sivîlan û windahî çêdibin.

9`ê Nîsanê balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker girê Kebz ê navçeya Dibêsiyê kir hedef. Di encamê de şervanekî Hêzên Parastina Sînor şehîd bû. Beriya wê jî 4` Nîsanê balafirên bê mirov a dewleta Tirk navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Zirganê bombebaran kir. Di encamê de 3 endamên hêzê birîndar bûn. Hêzên dagirker rojane malên niştecihên navçeyên Zirgan û Til Temirê topbaran dike.

Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van êrişan nerazîbûnên xwe nîşan didin, nexasim ku hêzên garantor ên li herêmê û rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî li hember binpêkirina agirbestê bêdeng in.

Şêniya bi navê Hocîn Heyrs ê ji navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker vîna gelên herêmê naşikînin û wiha domand: “Ji zêdetirî 10 salan ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, çi bi rêya balafirên bê mirov an jî hedefgirtina rasterast yan jî pêkanîna komkujiyan be ranewestiyane. Mayîna me li herêmê nîşaneya vîna xurt a gelê Kurd û girêdana wî bi axê û doza xwe ve ye. Her wiha bi pêkhateyên din re di berxwedan û têkoşînê de bûye yek.”

`NASNAMEYA ME HEBÛNA ME YE Û EM Ê FIKR Û MAFÊN XWE BIPARÊZIN`

Hocîn Heyrs  ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Bûyerên li herêmê rû didin, şerê cîhanê yê sêyemîn e, bandor li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Me dît dewletên kapîtalîst li Ukraynayê tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin."

Hocîn Heyrs destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike, kurdan qir bike û wiha pê de çû: “Hewl didin gelê Kurd qir bikin. Lê em nahêlin vê yekê bikin. Nasnameya me hebûna me ye. Em ê maf û fikrê xwe biparêzin ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan bingeha wê ye.”

Hocîn Heyrs diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin xwe bi xwe biparêzin û pişta xwe nedin hêzên mêtînger û got: “Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ne ku ji ciwanên me ava bûne.”

Hocîn Heyrs bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir ku bibin yek û li hember berjewendiyên kapîtalîst bisekinin. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û yên mirovî kir ku erkên xwe bînin cih û piştgiriya gelan bikin.

Şêniyê ji pêkhateya Ereb Eymen Şakir bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got: “Gelên herêmê li ser rêgeza biratiya gelan dijîn. Em dev ji axa xwe bernadin û serkeftin dê para me be.”

`XWEPARASTIN REBAZA PARASTINE JI ERISAN E`

Şêniya bi navê Fatma Mamo jî destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Asûr, Kildan û Suryan dike hedef û armanca wê, têkbirina projeya li herêmê ya ser li fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ava bûye. Fatma got: “Divê em bi hêzên xwe bawer bin.”

Her wiha Fatma Mamî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xweparastin bikin rêya parastinê û pişta xwe nedin hêzên cîhanî.

(şx)

ANHA