Civîna duyemîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî li dar ket

Ji bo şîrovekirina peymanê ji beşên civakê re beriya ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê erê dike, Komîteya Peymana Civakî îro bi meclis û komînên bajarê Hesekê re civiya da ku reşnivîsa peymanê nîqaş bike.

Civîna duyemîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî li dar ket
16 nîsan, 2022   09:02
HESEKÊ

Civîna duyemîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya kantona Hesekê îro li dar ket.

Komîteyê di civînê de reşnivîsa peymanê bi hevserok û endamên meclis, komînên taxên Hesekê, endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên saziyên civaka sivîl ên bajêr re nîqaş dike.

Di civînê de endamên Komîteya  Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Aldar Xelîl, Ekrem Mehşûş û Corcêt Bersûm hazir bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/16/083544_alajtmaa-althany-fy-mdynh-alhskh-28629-28medium29.webp

Di destpêka civînê de reşnivîsa peymana civakî hat xwendin.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê pêvajoya nû de armanc dike xwe bigihîne hejmara herî zêde ya sazî, meclis û beşên civakê da ku ji wan re naveroka reşnivîsê şîrove bike, pêşniyar û nêrînên wan bigire beriya ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser reşnivîsê erê bike.

(şx)

ANHA