Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel

Beşdarên civîna duyemîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li bajarê Hesekê hate lidarxistin, pêşniyar kirin ku rêjeya nûnertiya jinan di meclisan de were zêdekirin û rêjeya nûnerên pêkhateyên etnîk, olî û baweriyan were kêmkirin.

Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
Di civîna Komîteya Sazkirina Peyamana de pêşniyarên gel
16 nîsan, 2022   15:19
HESEKÊ

Îro duyemîn civîna Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên meclis û saziyên civakî yên kantona Hesekê re hate lidarxistin. Civîn li hola Reşo ya bajarê Hesekê lidarxistin. Endamên komîteyê  Aldar Xelîl, Ekrem Mehşûş û Corcêt Bersûm beşdarî civînê bûn.

Di civînê de 99 bendên peymana civakî hatin xwendin û şîrovekirin. Hevserok û endamên meclis û komên taxên bajarê Hesekê, peyman nirxandin û pêşniyarên xwe anîn ziman ku dê bi rêya raporeke ji komîteyê re were şandin.

Ji pêşniyaran, rêjeya nûnerên pêkhateyên etnîk, olî û baweriyan di meclisên gel ên demokratîk ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were kêmkirin û rêjeya nûnertiya jin ku zêdetirî ji sedî 50 e, were zêdekirin.

Li gorî madeya 75'an a peymana civakî ku hîna tê sazkirin, rêjeya nûneratiyê di kantonê de ku dighêje ji sedî 60 ji aliyê gel ve tên hilbijartin û ji sedî 40 ji pêkhateyên etnîkî, olî û bawerî ye. Her wiha li gorî madeya 76, nûneratiya jinan di meclisên gel de ji sedî 50'î ye.

Nûnerê Rêveberiya Enerjiyê Salih Hesen got: "Di civînê de nêrîna me li ser hin bendên girêdayî nûnertiya pêkhateyan di nav de Kurd, mafên wan ên siyasî û çandî û asta misogeriya mafên her kesî di peymanê de, çêbû."

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê Îbrahîm Hisên jî ev tişt anî ziman: "Hemû pêşniyar li gel endamên komîteyê hatin nivîsandin dê û ji civîna komîteyê ya bê re werin şandin da ku werin nirxandin û li gorî wan guhertin were çêkirin beriya ku peyman di rêbazê xwe ya dawî de were pêşkêşkirin."

Tê payîn ku civîna sêyemîn a komîteya peymana civakî li kantona Hesekê dê li herêma başûr a kantonê were lidarxistin.

(bx)

ANHA