Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin

Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê di civîna xwe ya 6`emîn de, ji bo hevserokatiya gelek desteyên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin.

Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
Meclisa Qanûnsaz ji bo desteyên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin
16 nîsan, 2022   12:56
QAMIŞLO

Vê sibê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li hola civînan a Meclisa Navçeya Amûdê civîna xwe ya 6`emîn li dar xist. Civîn ji bo şopandina kar û xebatên meclisê û geşedanên dawîn hate lidarxistin.

Civîn bi beşdariya 77 endaman pêk hat ku bi vî awayî dibe civîneke qanûnî.

Di civînê de, navaroka civîna di 26`ê Adara 2022`an hatiye lidarxistin bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hate xwendin û xebatên meclisê yên di navbera her du civînana de hatin nîqaşkirin.

Beşdaran li ser îstîfaya du endamên meclisê erê kir û li ser kar û xebata ku di dema endamtiya xwe de meşandine hatin xelatkirin.

Di civînê de daxwaznameyên ji Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê hatin nîqaşkirin ku ew jî girêdayî erkdarkirina (Hemrîn Hemîd Elî ji bo hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Ebdullah Îsa Hiso ji bo hevserokatiya Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê, Fatme Hayîl Eyûb û Diyar Mihemed Maşûq Îbrahîm ji bo hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê, Mazlûm Şewket Hesen ji bo hevserokatiya Desteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê) hatin nîqaşkirin. Piştre Meclisa Qanûnsaz li ser erkdarkirina wan kesan erê kir.

 (eh)

ANHA