​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê êrişî baregehên komên Îranê yên li Sûriyê kir

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî baregehên komên Îranê, nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Çînê û operasyona ya li dijî DAIŞ`ê ya li Iraqê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê êrişî baregehên komên Îranê yên li Sûriyê kir
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê êrişî baregehên komên Îranê yên li Sûriyê kir
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê êrişî baregehên komên Îranê yên li Sûriyê kir
16 nîsan, 2022   07:26
NAVENDA NÛÇEYANNAVENDA NÛÇEYAN

`ÎSRAÎLÊ MILÎSÊN ÎRANÊ LI GUNDEWARÊN ŞAMÊ KIRIN HEDEF`

Rojnameya Şerq El-Ewsat vê sibê têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî gundewarên Şamê wiha nivisî: “Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman got êrişa Îsraîlê ya roja pêncşemê ji destpêka salê ve ya 9`emîn e. Her wiha diyar kir ku Îsraîlê di êrişa dawîn de depoyên nû yên milîsên Îranê û baregeheke Artêşa Rizgariya Filistînê li başûrê rojavayê Şamê kirin hedef. Ebdurehman destnîşan kir ku depoyên îraniyan ên hatine hedefgirtin li nêzî bajarokên Rexle û Qetna yên Şamê ne.

Ebdureheman duh gotibû: “Diyar e ku haya Îsraîlê ji hemû tevgerên îraniyan ên li Sûriyê heye. Ajanên wê di nava rejîma Sûriyê, Hizbullah û mîlîsên Îranê de pir in û agahiyên der barê tevger, depo û moşekên wan de didin Îsraîlê. Gelo kengî rejîma Sûriyê û Îran dê bersiva derbeyên Îsraîlê bidin?”

`QRALÊ SIÛDIYÊ TÊKILIYÊN BI ÇÎNÊ RE BI PÊŞ DIXE`

Der barê têkiliyên Erebistana Siûdî û Amerîkayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Peywendiya ku roja înê di navbera serokê Çînê Xi Jinping û qralê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman de, nîşan da ku Erebistana Siûdî dixwaze têkiliyên bi Çînê re bi pêş bixe û bersiv da hewldanên rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden ku fişarê li Riyadê dike da ku ji planên xwe yên firehkirina daîreya hevkariyê bi Pekînê re paşde vekişe.

Bin Selman, Çîn bi şîrekeke stratejîk a giştî û girîng ji bo welatê wî bi nav kir û got: “Em girîngiyeke mezin didin Çînê û pêşxistina têkiliyan pê re.”

Li gorî çavdêran, siyaseta neyînî ya Washingotnê li hember Riyadê ku hevkara wê ya Kendavê ya sereke ye, hişt ku dûrbûna di navbera wan de zêde bibe, bi taybet kişandina pergalên parastinê yên Amerîkayê ji herêmê bi hinceta veguhastina wê ji rojhilatê Asyayê re hemwextî êrişên hûsiyan li dijî Erebistana Siûdî.”

`LI IRAQÊ MEZINTIRÎN BAREGEHÊN DAIŞ`Ê HATIN RÛXANDIN`

Girêdayî rojeva Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê duh ragihand ku baregeha herî mezin a DAIŞ`ê li derdora parêzgeha Kerkûkê rûxandiye. Fermandarê Odeya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê Elî El-Ferîcî bi daxuyaniyekê ragihand ku mezintirîn baregehên DAIŞ`ê li geliyê Şay û 5 navendên din ên DAIŞ`ê hatin rûxandin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Polîsên Enbarê da zanîn ku bi çavdêriya fermandarê polîsên parêzgehê Hadî Rezîc Kesar terorîstek li Qaêm a li rojavayê Enbarê girtine.”