Dewleta Tirk cezayê li Ridwan Silêman saleke din dirêj kir

Ridwan Silêman ê 62 salî, ev 31 sal e di zindanên dewleta Tirk a faşîst de girtî ye û cezayê lê hatiye birîn, saleke din hate dirêjkirin. Birayê wî Tewfîq Silêman got “Di 13`ê Nîsanê de careke din Ridwan derbasî hucreya yekkesî kirin.”

Dewleta Tirk cezayê li Ridwan Silêman saleke din dirêj kir
16 nîsan, 2022   06:51
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Ridwan Silêman di 17`ê Îlona 1991`an de ji ber xebatên xwe yên di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de li Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tê girtin. Di wan salan de li 7 zindanên Tirkiyê tê gerandin û êşkence lê tê kirin.

Di 5`ê Îlona 2021`an de cezayê ku li Ridwan Silêman hatibû birîn, bi dawî bû, lê li şûna ku serbest bê berdan, dewleta Tirk a faşîst derveyî dadgehê 6 mehên din ceza lê birî.

Piştî 6 mehên ceza bi dawî bûn jî, Ridwan Silêman veguhastin hucreya yekkesî di zindaneke li bajarê Afyonê de ku wek zindaneke herî xirab tên naskirin û niha jî saleke din hate dirêjkirin.

Têkildarî mijarê birayê Ridwan Silêman, Tewfîq Silêman ji ajansa me re axivî û got: “Di 13`ê Nîsanê de careke din Ridwan derbasî hucreya yekkesî kirin, ew ê di hucreyê nekare bi me re jî biaxive.”

Tewfîq Silêman da zanîn ku ew bi salan li benda serbestberdana birayê xwe mane û diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze birayê wî berde û wiha dom kir: “Me gelek caran hewl da ku parêzer doza birayê me bigirin, lê ji ber ewlehiyê parêzer nikarin destwerdanê bikin.”

ANHA