​​​​​​​`Eger civaka navneteweyî cidî bûya dê hesab ji dewleta Tirk bixwesta`

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermerzar kirin û destnîşan kir ku eger rola civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî hebûya, dê hesab ji dewleta Tirk bixwesta.

​​​​​​​`Eger civaka navneteweyî cidî bûya dê hesab ji dewleta Tirk bixwesta`
16 nîsan, 2022   06:39
KOBANÊ- NÎHAD KERHO

Hîna jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî topbarana dagirkeriya Tirk tên û civaka navneteweyî jî hîna bêdeng e.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Êto wiha got: “Em di meha Remezanê de ne, ev meh meha aştiyê ye ne ya komkujiyan. Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hov û derexlaqî malên sivîlan bombebaran dike, bêyî ku tu alî hesabê jê bixwazin.”

/ar/uploads/files/2022/04/16/055221_dsc00896.webp

Êto îşaret bi helwesta civaka navneteweyî kir û got: “Tu rola wan nemaye, rêxistinên mirovî jî wiha ne. Eger ne wisa bûya, dê li ser komkujiyên wê hesab ji dewleta Tirk bixwesta. Lê mixabin êdî her tişt li gorî berjewendiyan e, qirkirina gelê herêmê jî li gorî berjewendiya wan dewletan e.”

Mistefa Êto wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger bi rastî ew dewlet di têkoşîna li dijî terorê de cidî bin, divê li hemberî çavkaniya terorê dewleta Tirk bisekinin. Divê ji xefletê şiyar bin û rê li komkujiyên dewleta Tirk bigirin.”

`LÊKIRINA DÎWARÊ LI ŞENGALÊ, DEWAMKIRINA QIRKIRINA GELAN E`

/ar/uploads/files/2022/04/16/055200_mstfa-iytw.webp

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku dîwarê di navbera Şengal û Rojava de tê lêkirin, berdewama qirkirina gelan û têkbirina vîna wan e, bi taybetî jî ya gelê Kurd. Êto bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin bi êrişan îradeya gel bişikînin, lê em çi qasî bên dorpêçkirin jî îradeya me naşikê.”

(cx)

ANHA