​​​​​​​Siko: Pêkanîna aştiyê bi rakirina qedexeya li ser PKK'ê ve girêdayî ye

Ciwan Siko destnîşan kir ku ger navê PKK`ê ji "lîseteya terorê" were derxistin dê li Rojhilata Navîn aştî mîsoger bibe.

​​​​​​​Siko: Pêkanîna aştiyê bi rakirina qedexeya li ser PKK'ê ve girêdayî ye
16 nîsan, 2022   01:37
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Di salên 90`î de û piştî Partiya Karkerên kurdistanê (PKK) di 27`ê Mijdara 1978`an de hate avakirin, Amerîka, Yekitiya Ewropa, dewleta Tirk û partiyên din navê partiyê xistin "lîsteya terorê".

Têkildarî vê mijarê sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko ji ANHA'yê re axivî.

Ciwan Siko anî ziman ku sedema mana navê partiyê di "lîsteya terorê" de, berjewendiyên hevbeş ên dewletên zilhêz e ku li Rojhilata Navîn xwedî projeyên aborî, siyasî û leşkerî ne û diyar kir ku derketina îdeolojiyeke nû ne li gorî desthilat û projeyên wan e.

''AŞTIYA LI ROJHILATA NAVÎN BI DERXISTINA NAVÊ PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ VE GIRÊDAYÎ YE''

Siko diyar kir ku mana navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku partî bi armanca xurtkirina pîvanên mirovahî û jiyana hevbeş a di navbera gelên li cîhanê û mîsogerkirina wekheviya di navbera her du zayendan de hatiye avakirin. Li aliyekî din jî parastina doza kurdî dike. Ger navê partiyê ji lîsteya terorê dernekeve dê ewlehî û îstiqrar li Rojhilata Navîn pêk neyên."

Ciwan Siko destnîşan kir ku hêzên mezin li ser bingeha nakokiyên civakî dijîn û got:  "PKK`ê di demekê de hate avakirin ku gelê cîhanê hewcedarî wê bûn da ku pirsgirêkên wan çareser bike, lê dîsa jî îdeolojiya wê nehat qebûlkirin û dewleta Tirk, Amerîka û Ewropa ji belavkirina fikrê demokratîk li Rojhilata Navîn ditirsin."

'PKK`Ê ÊRIŞ Û KIRYARÊN XIRAB PÊK NEANÎNE'

Siko îşaret bi xistina navê PKK'ê di "lîsteya terorê" de û wiha axivî: "Ji ber berjewendiyên hevbeş ên dewletan û ajandeyên wê, her wiha ji bo înkarkirina mafên rewa ên gelê Kurd, navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" dernaxin. Li aliyekî din jî hewl didin bi hemû rêbazan rola fikrê partiyê yê ku li Rojhilata Navîn hatiye belavkirin, tune bikin."

Siko diyar kir ku mana navê partiyê di lîsteyê de ne qanûnî ye û qanûnekî Amerîka yê 219`an heye, îşaretê pê dike ku teror ew ê zirarê digihîne gel û erd. Siko destnîşan kir ku bi hezaran kîlometre di navbera Amerîka û PKK`ê de hene û di pratîkê de tu êriş û kiryarên xirab li ser xak û erdên dewletên din nekirine.

'QEDEXEYA LI SER PKK'Ê DIYARIYEK JI BO DEWLETA TIRK E'

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê anî ziman ku qedexeya li ser PKK'ê biryareke siyasî ye û dûrî mirovahiyê ye û wiha pê de çû: "Almanya têkiliyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker re qut nekirine, berjewendî, lihevkirin û peymanên wê yên çekan hene. Ya herî girîng ji bo wê bazara wê bidome û her tim gelê Kurd dibe qurbanê bazar û lihevkirinên wan."

Der barê derxistina navê partiyê ji "lîsteya terorê" de, Ciwan Siko anî ziman ku pêkanîna teroriya neteweya demokratîk dê hemû azarên Rojhilata Navîn çareser bike, lê mana navê PKK`ê di lîsteyê de tê wateya berdewamkirin û kûrkirina aloziyên li herêmê. Her wiha got, bêyî Kurdan tu çareserî li Rojhilata Navîn dernakevin pêş.

Siko bi domdarî got: "Serokkomarê berê yê Tirk Abdullah Gul di daxuyaniyê xwe de digot, doza gelê Kurd ne herêmî ye, lê navneteweyî ye û li hemû cîhanê hevalên wan hene, lewma divê ev doz were çareserkirin. Ger doza Kurdan neyê çareserkirin dê dewleta Tirk hilweşe. Îro û piştî 25 salan dibînin ku partî dikare bi îdeolojiyeke nû roleke mezin bilîze ku herêm tevde hewcedarî wê ye."

'DIVÊ XELATA RÛMETÊ DIYARÎ PKK`Ê BIKIN'

Siko anî ziman ku PKK`ê li şûna tevahî cîhanê li dijî terorê şer kir û got: "Ma kê dawî li DAIŞ`ê anî û kê parastina Şengalê kir û ew rizgar kir, her wiha kê Kerkûk û Musil parast? Diviyabû cîhan xelata rûmetê diyarî PKK`ê bikira."

Ciwan Siko bal kişand ser bangên rakirina qedexeya li ser PKK'ê û got: "Deng bilind dibin. Dadgeha Belçîkayê banga derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê kir, ji ber ku PKK'ê banga mafên xwe dike û ji bo welatê xwe şer dike. Cîhan dizane kî piştgiriya terorê dike, dewleta Tirk a dagirker li pêşberî çavên cîhanê rêxistinên terorîst derbasî Sûriyê kirin."

'DEM HATIYE KU MAF Û ÇARENÛS WERIN DIYARKIRIN'

Der barê daxwazên gelê Kurd û gelê herêmê de, sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê Ciwan Siko ev tişt got: "Siyaseta qirkirinê ya ku Tirkiyê li dijî gelê Kurd pêk tîne, dewam dike. Ji komkujiya Dêrsimê bigire û heta bi Şoreşa Şêx Seîd, lewma dem hatiye ku maf û çarenûs werin diyarkirin. Dîplomasiya gelê Kurd bi saya şehîdan xurt e û bû sedem ku em xwe bigihînin welatên derve jî."

(eh)

ANHA