​​​​​​​Menan Cafer: PDK’ê wekî hêzeke kurdistanî ku Kurdistanê biparêze nayê hesibandin

Nivîskarê Kurd Menan Cafer da zanîn ku PDK’ê weke hêzên Kurdistanî ku parastina Kurdistanê bike nayê hesibandin û got: "Êdî PDK’ê çarenûsa xwe bi dagirkerên Kurdistanê ve girêda ye û ji dijmin xetertir e."

​​​​​​​Menan Cafer: PDK’ê wekî hêzeke kurdistanî ku Kurdistanê biparêze nayê hesibandin
15 nîsan, 2022   23:41
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

PDK’ê ku ji dîrokê ve bi dewleta Tirk re li dijî gelên Kurdistanê tevkar re, rê li pêş artêşa Tirk a dagirker vedike ku êrişî Başûrê Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bike.

Di 26’ê Adara 2022’yan de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê ragihand: "Li gorî agahiyên di çapemeniyê de derdikeve û gihiştine me, ji bo PDK karibe bi awayekî çalak tevlî operasyona dagirker a dewleta Tirk bibe û vê tevlêbûnê meşrû bike, wê hinek çalakiyên provokatîf bike. Li gorî vî tiştî wekî planeke şerê taybet wê bi nûçeyên derew raya giştî ya Kurdan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê sor bike. Heke ev jî bi ser nekeve, wê pêşmerger hinek êrişên ku xisarê bide gelê Başûr bike û wê van êrişan têxin stûyê gerîlayan."

‛TÊKILIYÊN STRATEJÎK DI NAVBERA PDK Û DAGIRKERIYA TIRK DE’

Nivîskarê Kurd Menan Cafer da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ji 23’yê Nîsana 2021’an ve bi tevkariya PDK’ê têne kirin û wiha got: "Tevgerên PDK’ê yên bi dewleta Tirk a dagirker re yên ji par ve, asta têkiliya kûr û stratejîk a di navbera wê û dewleta Tirk de eşkere dike ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bikin."

Cafer anî ziman ku PDK’ê çarenûsa xwe bi dagirkerên Kurdistanê ve girêda ye û wiha domand: "Ev yek di tevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li dijî kurdan, her wiha di durûtiya wê ya derbarê doza kurdî de eşkere dibe. Bi tu awayan em nikarin PDK'ê wekî hêzeke kurdistanî ku Kurdistanê diparêze, bihesibînin. Lê belê tevgereke ku li dijî gelê xwe xeta xiyanetê hilbijartiye."

‛ŞOREŞA PKK’Ê ŞOREŞEKE GEL Û REWA YE’

Li ser kiryarên PDK’ê ku armanc û hêviyên gelên Kurdistanê ber bi binkeftinê ve dibin Cafer wiha pê de çû: "Tevî bangên KCK’ê yên dubare ji PDK’ê re ku nekeve xefka siyasetên dijmin û nebe sedema şerê navxweyî, lê em îro dibînin ku bi hikumeta Iraqê re dîwarekî di navbera Şengal û Rojava de lê dike û bi dewleta Tirk a dagirker re amadekariya êrişên berfireh li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike."

Nivîskarê Kurd îşaret pê kir ku şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê şoreşa gel û rewa ye, li ser bingeha fikir û felsefeya cewherî hatiya avakirin û bi têkoşîna xwe, xwe li ser erdê îsbat kir û hemû gelên Kurdistanê wê hembêz dike. Her wiha got: "Şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê şoreşa guhartina gelan e, ne ji têkoşîna wê bûya me nikarî li ser Kurd û Kurdistanê jî biaxiviya."

‛JI BILÎ ÎXANETÊ NAVEKÎ DIN TUNE YE’

Têkildarî siyaset û êrişên PDK’ê yên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û tevkariya wê bi dewleta Tirk re Cafer ev tişt got: "Tevgera ku bi dijmin re li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê disekine xayîn e. PDK’ê dest bi şerê navxweyî kir û niha jî ji dijmin xetertir e."

Li gorî Cafer, Kurdistan ji du şepêlan pêk tê, şepêlek nirxên dîrokî û neteweyî bi hemû şêweyan dipaêrze û şepêla din jî ji bo berjewendiyên xwe yên takakesî û aborî kar dike.

‛ MAFÊ KESEKÎ TUNE YE KU BI TÊKOŞÎN Û QEDERA KURDAN BILÎZE’

Cafer bang li PDK’ê kir ku li ber komploya dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekine da ku êrişên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêk neyên û da zanîn ku PDK’ê tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî yên bi dewleta Tirk re dixebite û tevahî xwestek û hêviyên gelên Kurdistanê paşguh dike.

Nivîskarê Kurd Menan Cafer îşaret pê kir ku pêdiviya doza Kurd bi têkoşîn û berxwedanê mîna ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hin hêz hene navên tevgera Kurd li xwe dikin, lê heta niha destwerdana dewleta Tirk a li xaka Kurdistanê wekî dagirkerî nahesibînin û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi terorê tawanbar dikin.  Mafê kesekî nîne ku bi têkoşîn û qedera kurdan bilîze."

(fr)

ANHA