​​​​​​​DewletaTirk ji bo xurtirina dagirkeriyê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêkanîna planên xwe yên pêşerojê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên aram bûn vediguherîne baregehên leşkerî.

​​​​​​​DewletaTirk ji bo xurtirina dagirkeriyê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine
15 nîsan, 2022   03:32
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Ii gorî daneyên ku ajansa me bi dest xistine, di nava 2 salan de li herêma ji Serêkaniyê heta Girê Spî bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker hatine avakirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmeha 2019'an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û 300 hezar welatiyên resen dan koçberkirin.

ZÊDEYÎ 50 BAREGEH HATINE AVAKIRIN

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên ewlehî û medenî girtine, artêşa Tirk a dagirker bi dirêjahiya 135 km û kûrahiya 30 km li xeta aniyên şer 52 baregehên leşkerî avakirine û çekên navîn û yên giran û bi hezaran leşker lê bi cih kirine.

Artêşa Tirk li gundewarê navçeya Eyn Îsayê û Girê Spî 22 baregehên leşkerî ava kirine. Ev baregh li gundên, Xirbet Faris, Hicaziye, Ebdokê, Îlwa, Merdûda, Kefîfa, Teyba, Dixêlîb, El-Malikiyê, Milek, Seyda, Xalidiye, Tîne, Um Kibîr, Salihiye, Sigêro, Bîr Îsa, Mişêrfe, Genterî û Tirwaziye ne. Li Şergirak 3 baregeh hene. Ev baregeh li eniyên şer ên herêmên bi Rêveberiya Xweser re ne. Ji van baregehan zêde, baregehên din di xaka Sûriyê de hatin avakirin ku agahiyên zelal derbarê wan de nehatin zanîn.

Li Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê 30 baregeh hatine avakirin. Ya herî mezin baregeha li dibistana El-Razî ya li naveresat bajarê Serêkaniyê ye, baregeha Til Qeriye û Til Erqm ên li rojavayê Serêkaniyê, baregeha Dawûdiyê ya li rojhilatê Serêkaniyê, baregeha El-Ezîze, her du baregehên li gundê Menacîr ên li ser rêka Koi Şilah, baregeha El-Seyidat li nêzî gundê Xirbet El-Camûs. Her wiha hin baregehên din jî hene.

Tenê li gundewarên Til Temirê 10 baregehe hene, ew jî; baregeha Til Menax, Kinêhîr, Hemra, gundê Erîşa, Amiriye û paş wan bi 200 metreyan bargeheke çekên giran heye û li ser rêka baregeha Hiwêş Natir heye.

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Um Uşba çewlika mirîşkan veguherandiye nuqteyeke çavdêriyê. Her wiha li gundên Bab El-Xêr, Enîq El-Hawa û Bab El-Ferec baregeh hatine avakirin. Li gundê Dawudiya Mele Selêman baregeheke stratejîk ava kirine ku çekên giran û hêzên komandos lê hatine bicihkirin.

artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji wan baregehan êriş dibin ser gundên, sivîlan dikin hedef, ji ber êrişên rojane roj bi hezaran sivîl neçar mane koçber bibin.

Li Eyn Îsayê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cotmeha 2019'an ve 58 welatî hatine qetilkirin û birîndarkirin, di nav de 33 zarok hene.

SÎNORÊN ÇÊKIRÎ ARMANCÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER EŞKERE DIKIN

Beriya mehekê, artêşa Tirk a dagirker dawî li lêkirina sînorê 230 km li nava xaka Sûriyê anî, ew jî bi rêya kolandina xendeqekî bi kûrahiya 4 m li derdora Serêkaniyê û Girê Spî.

Piştî bidawîbûna kolandina xendeqê û avakirina baregehan, artêşa Tirk a dagirker dixwaze dagirkeriya xwe bi cih bike û Sûriyê parçe bike. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya ferzkirina zimanê tirkî weke zimaneke fermî li herêmên dagirkirî, her wiha ferzkirina leyreya tirkî polîtîkayên tirkirinê dimeşîne û demografiya herêmê diguherîne.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ VEGUHERANDINE NAVENDA ÇETEYAN

Dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi xwe bandorên neyinî li binsaziya civakê kir. Artêşa Tirk a dagirker bi armanca dirêjkirina dema dagirkeriya xwe li herêmê taybet di navbera Kurd û Ereban di navbera pêkhateyên civakê de fitne derdixîne.

Diyardeya herî xeternak a ku dewleta Tirk pêk tîne, ew e ku gelê Sûriyê di şerê xwe yên li Sûriyê û derveyî wî de bi kar tîne. Dewleta Tirk sûdê ji rewşa xizan a gelê Sûriyê werdigire ku ji sala 2011'an ve ji ber şer azaran dikişîne, digire û wan li bramberî pereyan di şerên xwe de bi kar tîne. Ji Lîbyayê heta Qerebax û Ukraynayê çeteyên Sûrî ji bo berjewendiyên dewletan şer dikin.

PÊŞEROJEKE XETER LI PÊŞIYA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ YE

Li gel avakirina bargehan û bi cihkirina kamera, tank, radar, leşker, panzer û mûşekan, her wiha, koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan û guhertina demografîk, tirkirina herêmê, rakirina ala tirkî, ferzkirina ziman û leyreya tirkî, daleqndina serokê dewleta Tirk li kolanan û cihên giştî, metirsiyeke li pêşiya herêmên dagirkirî yên Sûriyê ne.

Her wiha, Tirkiyê hewl dide bi rêya dagirkirina herêmên Sûriyê, "Mîsaqa Millî" pêk bîne, ew jî dagikirina tevahî Bakurê Sûriyê.

(şt)

ANHA