2 girtiyên Behdînan hatin berdan

Piştî salek û 7 mehan 2 girtiyên din ên Behdînan bi biryara ’azadkirina mercdar’ hatin berdan.

2 girtiyên Behdînan hatin berdan
14 nîsan, 2022   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Temîzê ya Dihokê duh biryara berdana 2 aktîvîstên Behdînan Şêrwan Teha û Mesûd Şengalî dabû, îro  herdu girtî hatin berdan.

Parêzerê Girtiyên Behdînan Beşdar Hesen ji Rojnews’ê re diyar kir ku îro herdu aktîvîstên Behdînan bi biryara Serokatiya Dadgeha Temîzê ya Dihokê hatin berdan.

Di 31’ê Adara 2022’yan de Serokatê Dadgeha Lêkolînê ya Herêma Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê biryara kêmkirina cezayê van herdu girtiyan ji bo 2 salan kêmkirîbû. Li her yekê 3 sal û 6 meh ceza hatibû birîn.

Li gorî vê cezayê her yekê salek û 6 meh dima, Şêrwan Teha û Mesûd Şengalî zêdetirî salek û 7 mehane di girtîgehê de man. Li gorî biryara dadgehê pêwîst bû duh bihatana berdan, lê îro hatin berdan.