Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî agahiyên "Navendên hikumtê hatine kontrolkirin" daxuyanî da

Hêzên Ewlekriya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî agahiyên ku dibêjin hêzên wan li bajarê Qamişlo hin navendên xizmetguzariyê yên hêzên hikumetê kontrol kirine daxuyanî da û got, ev yek di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de û wekî bersiva ambargoya hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê tê kirin. Her wiha got, xebatên van navendan nehatine rawestandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî agahiyên "Navendên hikumtê hatine kontrolkirin" daxuyanî da
14 nîsan, 2022   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekriya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî nûçeyên ku dibêjin hêzên wan li bajarê Qamişlo hin navendên xizmetguzariyê yên hêzên hikumetê kontrol kirine daxuyanî.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di medyaya civakî de agahî bi awayekî mezin belav bûne ku dibêjin hêzên me li bajarê Qamişlo, li beramberî çargoşiya ewlehiyê gelek navendên xizmetguzariyê yên di bin sîwana rejîma Sûriyê de kontrol kirine û karmendên wê jê qewitandine.

Em diyar diki ku ev agahî û gotegot şaş in. Em diyar dikin ku hêzên me li herêmên  ku hêzên rejîma Sûriyê lê hene, tedbîrên asê girtine. Ev yek wekî berisva ambargoya giran tê kirin ku hêzên leşkerî û ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyê li ser şêniyên me yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê  ferz kirine.

Em diyar dikin ku ev tedbîrên ewlehiyê yên li çargoşeya ewlehiyê ya li Qamişlo wê dewam bike heta ku ambargoya li ser şêniyên me yên taxa Şêxmeqsûdê were rakirin. Hêzên me ji dema ku hatine avakirine ve, ji bo parastina navendên xizmetguzar û civakî û rêgirtina li ber xirabkirina wan wê bêwestan dixebite. Her wiha hêzên me ev navend kontrol nekirine û xebatên wan nesekiandine, her wiha xebatên karmendên wê qedexe nekirine."

ANHA