3 partiyên suryanî komîteyeke hevbeş ava kir û belgeya kar eşkere kir

Partiya Asûr a Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûr a Demokratîk komîteyeke koordîne û şêwirî ava kir û belgeya kar ku dê li ser bixebitin eşkere kir.

3 partiyên suryanî komîteyeke hevbeş ava kir û belgeya kar eşkere kir
14 nîsan, 2022   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya hevpar a her sê partiyên belgeya hevpar wiha ye:

"Piştî gelek hevdîtin û şêwiran, partiyên me yên neteweyî yên li Sûriyê Partiya Asûr a Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûr a Demokratîk, li ser avakirina komîteyeke koordîne û şêwîr li hev kir. Armanca vê komîteyê li ser doz û erkên ku li ser hatine lihvkirin bixebitin û bi rihê hevkarî û berpirsyartî werin pêkanîne da ku siwaneke neteweyî ya siyasî ya gelê me were avakirin.

Ev komîte di çarçoveyeke siyasî de hate avakirine da ku xebatên partiyan werin hevbeşkirin ku berjewendî û hêviyên neteweyî û niştimanî yên Sûriyaya pêşerojê pêk bîne, baweriya bi xebatê hevpar û pêşxistina mekanîzmeya wê pêş bixe, di encamê de bighêjin lêvegereke neteweyî li Sûriyê. Heta ku ev pêk werin, wê komîteyê van mîsyonan pêk bîne:

-Têkiliyên di navbera partiyên me yên neteweyî de pêş bixin û ji bo nêzîkirina nêrîn û helwestên wan li ser bingehî bawerî bixebite.

-Daxwazên neteweyan di Sûriya pêşerojê de hevpar bike.

- Hebûna me ya neteweyî li welat pêş bixe, ji xeteriyan biparêze, rê li ber birîna koçberiyê bigire. Her wiha ji bo vegera koçber û penaberan li bajar û gundên xwe mercên ewle dabîn bike.

- Ji bo parastina aştiya navxweyî û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş bi hemû aliyên siyasî û civakî re,  hevkarî û koordîne bike.

- Milkên gelê me biparêze û rê li ber guhertina demografiya li herêmên bigire.

Ji bo misogeriya gihandina alîkariyan, xebatên alîkar û xêxwaziyê werin rêxistinkirin û koordînekirin.

-Desteyeke rêveber ji rêveberên her sê partiyan wê karûberên komîteya koordîne û şêwirî bi rêve bibe û bi awayekî lihevkirî biryaran bigire. Ev dest wê çavdêriya xebatên komîteyên hevpar (milkan, komîteya qanûnî, komîteya alîkariyê û hwd) bike.

Ava

Avakirina komîteya koordîne û şêwîr gaveke girîng di têkoşîna van partiyan de ye. Armanca wê  pêşxistina mekanîzmeya xebatên hevpar e, da ku bighêjin lihevkirine siyasî ku bibe mîna zemîna avakirina sîwana siyasî ya tevgera me ya neteweyî ya li Sûriyê ku ji gelek partî û saziyan pêk tê. Li ser vê yekê em hêviya destekdayîn û piştevaniyê ji hemû partî û saziyên me yên li welat û derveyî wê dizwazin da ku erkên me li ser li hev kirine pêk werin."

ANHA