Rêveberiya Xweser 10 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kampa Roj a li rojhilatê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê, radestî hikumeta Rûsyayê kirin.

Rêveberiya Xweser 10 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin
14 nîsan, 2022   12:19
QAMIŞLO

Vê sibehê şandeyeke fermî ya Rûsyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê kir. Şandeya Rûsyayê ji cîgira seroka Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Elena Alexandrova û cîgirê wê Sergey Igorvich pêk hat. Şande ji aliyê berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civîna di navbera her du aliyan de, belge û protokolên radestkirinê ji aliyê Elena Alexandrova û Kemal Akif ve hatin îmzekirin.

Piştre, Kemal Akif bi civîneke çapemeniyê dauxyand ku Rêveberiya Xweser îro 10 zarokên çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî fermî radestî şandeya Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rûsyayê kirine û got: “Heta niha bi awayekî fermî 254 zarok radestî hikumeta Rûsyayê hatine kirin.”

Kemal Akif her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser di vê dosyayê de dê hevkariya bi Rûsyayê û hemû welatên re ku zarokên wan li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene, dewam bike û wiha dewam kir: “Li kampên Rêveberiya Xweser zêdetirî 7 hezar zarokên biyanî hene.”

Elena Alexandrova, li ser hevkariya di vê dosyayê de spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku dê hevkarî dewam bike.

(cx)

ANHA