17 û 24`ê Nîsanê betlane ne

Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya serxwebûna Sûriyê 17`ê Nîsanê û cejna Suryaniyan 24`ê Nîsanê kirin betlane.

17 û 24`ê Nîsanê betlane ne
14 nîsan, 2022   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî boneya serxwebûna Sûriyê (17`ê Nîsana 1946`an) û cejna Suryaniyan biryarnameyek bi hejmara 6`an ragihand.

Hevserokatiya meclisê diyar kir ku bi boneya serxwebûna Sûriyê 17`ê Nîsanê û bi boneya cejna Suryaniyan hemû sazî dikin betlane.

Biryarname wiha ye:

"Li gorî qanûna betlaneyên fermî û li gorî berjewendiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

Hemû saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojên 17.04.2022 û 24.04.2022`yan bi boneya cejna Suryaniyan û serxwebûna Sûriyê ji Fransayê, dikin betlane. Derveyî sazî û daîreyên ku tê xwestin li ser karên xwe bin.”

(eh)