Bandorên veguhastina çeteyan bi destê Tirkiyê ber bi Ukraynayê ve

Şîrovekarên siyasî diyar dikin şandina çeteyan ji Sûriyê ber bi Ukraynayê ve da ku şerê Rûsyayê bikin, dê bandoreke neyînî li rewşa Sûriyê bike. Girêdayî vê şîrovekarê siyasî Dr. Ehmed El-Dirzî jî got heta encama şerê li Ukraynayê eşkere nebe dê Rûsya li Sûriyê operasyoneke berfireh pêk neyne.

Bandorên veguhastina çeteyan bi destê Tirkiyê ber bi Ukraynayê ve
14 nîsan, 2022   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN ŞEYMA ELÎ

Di demekê de dewleta Tirk îdia dike ku dan û standinên aştiyê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi rê ve dibe, çeteyên biyanî "tundrawên îslamî yên li Sûriyê şer kirin" perwerde dike û dişîne Ukraynayê da ku li dijî Rûsyayê şer bikin.

Dewleta Tirk di şerê Ukrayna û Rûsyayê de siyaseta dualî dilîze, her wiha ji ber metirsiya li ser berjewendiyên xwe yên li Sûriyê û endameke NATO’yê ye, hewl dide her du aliyan qezenc bike.

Beriya niha dezgehên çapemeniyê ragihandibû ku çeteyên Tehrîr El-Şamê yên girêdayî dagirkeriya Tirk 30 çeteyên biyanî serbest berdan da ku bişîne Ukraynayê da ku li dijî Rûsyayê şer bikin.

BI ŞERTÊ BIÇIN UKRAYNAYÊ EL-COLANÎ ÇETEYÊN BIYANÎ SERBEST BERDIDE

Ajansa Spûtnîk a Rûsyayê ragihand ku çeteyên Tehrîr El-Şam 30 çeteyên biyanî yên Huras El-Dîn ji girtîgehên xwe yên li Idlibê berdan da ku wan bi rêya xaka Tirkiyê bişîne Ukraynayê.

Ajansê da zanîn ku serbestberdana wan 30 çeteyan, bi fermana yekser a serçeteyê Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî pêk hat.

Çavkaniyan jî diyar kir ku beriya çend rojan El-Colanî bi amadebûna serçeteyên Huras El-Dîn û fermandarên MÎT’a dewleta Tirk civînek li dar xist. Di wê civînê de biryar hat dayîn ku bi şertê çete berê xwe bidin Ukraynayê 30 çeteyên Huras El-Dîn serbest hatin berdan.

Çavkaniyan eşkere kir ku ew çete beriya çend mehan hatibûn girtin û piraniya wan ji Iraq, Çeçenistan, Mexrib û Ozbekistanê ne.

Heman çavkaniyan da zanîn ku ji wan çeteyan re hat gotin ku ji bo serbest bên berdan divê ew tev li şerê li Ukraynayê bibin û wan jî qebûl kir.

Çavkaniyan eşkere kir ku piştî ew çete hatin berdan, ew çete bi çavdêriya serçeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê ber bi herêma Sermeda ya bi ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ve hatin veguhastin, da ku derbasî xaka Tirkiyê bibin û ber bi Ukraynayê ve werin şandin.

‛DEWLETA TIRK ÇETEYAN JI BO ŞERÊ LI DIJÎ RÛSYAYÊ Û PIŞTRE ÇÎNÊ BI KAR TÎNE’

Der barê vê yekê de lêkolînerê Sûrî Ehmed El -Dirzî wiha got: "Em komên îslamî yên çekdar parçeyekî projeya Amerîkayê dihesibînin ku Yekitiya Sovyetê li Efganistanê têk bir."

Dewleta Tirk  çawa dixwaze çeteyên biyanî tev digerîne û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û diyar e dem hat ku wan li Ukraynayê li dijî Rûsyayê bi kar bîne.

Ehmed El-Dirzî ev tişt jî anî ziman: "Dewleta Tirk parçeyekî bingehîn ê NATO’yê ye ku DYA kontrol dike, di serî de jî AKP’ê. AKP alava pêkanîna projeya Amerîka li hundirê Tirkiyê û derdora wê ya herêmê ye. Em li vir dikarin bersiva serbestberdana 30 çeteyên Huras El-Dîn û şandina wan ji Ukraynayê re bibînin. Ev gaveke bingehîn ji bo balkişandina çekdarên îslamî ye û bikaranîna pisporiyên wan ên şer û baweriyên wan di şerê li dijî artêşa Rûsyayê de û piştre li dijî Çînê."

GURBÛNA ÊRIŞÊN LI SÛRIYÊ HATE DERENGXISTIN

Beriya demekê hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê herêma bi navê “herêmên bêçek” topbaran kir. Li ser vê yekê çavdêran da zanîn ku ew yek peyameke ji bo dewleta Tirk bû.

Li ser bersiva Rûsyayê têkildarî şandina çeteyan ji aliyê Tirkiyê ber bi Ukraynayê ve El-Dirzî wiha got: "Di her halî de niha Rûsya nikare li Sûriyê dest bi şerekî mezin bike, bi taybet piştî ziyanên ku li Ukraynayê dîtin."

Lêkolînerê Sûrî Ehmed El-Dirzî di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Gurkirina rageşiya Rûsyayê li dijî dewleta Tirk li Sûriyê bi paş ketiye û dibe pêk neyê jî. Hemû siyasetên Rûsyayê yên li Sûriyê bûn tiştên duyem. Ew li benda encamên şer ên li Ukraynayê ye ku li gorî daneyên heyî di demeke nêz de ranawestin."

(şt)

ANHA