Biden: Pûtîn li Ukraynayê komkujî pêk anîn

Joe Biden, Valdimîr Pûtîn bi pêkanîna “komkujiyan” li Ukraynayê tawanbar kir. Pûtîn jî got welatê wî dê operasyona xwe “hêdîtir” berdewam bike û dê armancên xwe pêk bîne.

Biden: Pûtîn li Ukraynayê komkujî pêk anîn
13 nîsan, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden hempîşeyê xwe yê Rûsyayê bi pêkanîna “komkujiyan” li Ukraynayê tawanbar kir û got: “Hêdî hêdî diyar dibe ku Pûtîn hewl dide fikrê ku mirov ukraynayî be, ji holê rake.”

Biden destnîşan kir ku delîl hene ku Rûsan li Ukraynayê kiryarên nebaş pêk anîne û got: “Wê wêraniyeke zêdetir li Ukraynayê pêk were.”

Serokê Ukraynayê Zelensky li ser Twitterê axaftina Biden bi erênî nirxand û got: “Gotinên rastîn ên rêveberekî rastîn in. Em dixwazin çekên giran ên din bi lez bidin me.”

Rûsyayê hedefgirtina sivîlan derewand û da zanîn ku îdiayên sûcên şer ên Ukrayna û dewletên rojavayî, ne rast in.

Ajansa Interfax a Ukraynayê ku agahiyên xwe dispêre rêveberekî polîsên Kîevê, ragihand ku li herêma derdora paytextê 720 cenaze hatine dîtin û zêdetirî 200 kes winda ne.

Fermandariya artêşa Ukraynayê jî da zanîn ku hêzên Rûsyayê êrişên bi moşekan li dijî binesaziya Kharkiv û Zaporizhiayê didomînin.

Pûtîn jî got Rûsya dê operasyona xwe “bi awayekî hêdî” berdewam bike û dê armancên xwe pêk bîne.

Rûsyayê diyar kir ku armanc dike li şûna cudaxwazan, herêmên din li Donbassê bi dest bixe ku tê de bendera Mariupol a dorpêçkirî heye.

Li gorî çavdêran, êrişa li ser Donbassê rê li pêşiya şerekî demdirêj vedike ku dê zirarên mezin bigihîne her du aliyan û dê dawiya şer diyar bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li Mariupolê zêdetirî hezar endamên hêzên deryayî yên Ukraynayê xwe radestî hêzên Rûsyayê û Komara Donetskê kiriye.

Ruetersê jî ragihand ku tê payîn ku DYA 750 milyon dolar wek alîkariyên leşkerî bide Ukraynayê ku di nav de pergalên parastinê û topavêjên Howitzers hene. Her wiha destnîşan kir ku dibe şer berdewam bike.

(şx)