Şîrovekarekî lîbyayî: El-Debîbe û Başaxa dê civaka Lîbyayê ji dest bidin

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Mihemed El-Hesûnî got, Başaxa û El-Debîbe ji ber kirin û sozên xwe yên derew dê civaka lîbyayê ji dest bidin.

Şîrovekarekî lîbyayî: El-Debîbe û Başaxa dê civaka Lîbyayê ji dest bidin
13 nîsan, 2022   06:22
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Partî û komên lîbyayî ji encamên paşdexistina hilbijartinên serokatî û yên qanûnsaz ku dihat payîn 24`ê Kanûna 2021`an hatibana lidarxistin, hişyar da. Li beramberî vê yekê jî gelê Lîbyayê bê hêvî ye, nemaze ku piştî hilweşandina sîstema Mûemer El-Qezafî ve tu gavên niştimanî nehatin avêtin ku dawî li şer û parçebûna li welat bîne.

Têkildarî mijarê şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Mihemed El-Hesûnî ji ANHA'yê re axivî û got, zehmete Ebdulhemîd El-Debîbe desthilatdariyê radestî Fethî Başaxa bike, ji ber ku nakokiyên bigirêk di navbera wan de hene û bawerî di navbera wan de tune ye.

El-Hesûnî der barê senaryonên muhtemel got: "Ez texmîn dikim ku dê hêz were bikaranîn û hin milîs dev ji El-Debîbe berdin, nexwasim piştî ku banka navendî dayîna mûçeyan ji vê hikumetê re rawestandin û tenê bi mûçeyên welatiyan têkildar dibe."

El-Hesûnî destnîşan kir ku Başaxa û El-Debîbe dê ji ber kirin û sozên xwe yên derew her wiha ji ber tecrubeyên xwe yên berê civaka lîbyayê ji dest bidin.

Di dawiyê de şîrovekarê siyasî Mihemed El-Hesûnî got, hilbijartin dê di meha Hezîranê de neyên lidarxistin ji ber ku ne li gorî rewşa fenî û lojistîk a hilbijartina ye.

(bx)

ANHA