Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn

Di dîrokê de jinên Kurd rolên girîng di warên siyasî û civakî de lîstin û mohra xwe li dîrokê xistin. Ji wan şahbanû Deyfa Xatûn e, ku yek ji kesayetên dîrokî yên Helebê ye.

Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn
Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn
Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn
Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn
Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn
Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn
Şahbanûya Kurd a Heleb bi rêve dibir: Deyfa Xatûn
13 nîsan, 2022   06:21
HELEB-MIHEMED EBDO

Jinê di gelek qadan de nexasim di avakirina şaristaniyan û pêxistina çirûskên şoreşan de pêşengî kiriye.

Deyfa Xatûn şahbanûya Helebê keça qiral Necimeldîn Eyûb e, xwedî kesayeteke bi hêz bû, mezlûman her dem xwe lê digirtin. Xatûn şêwazê giştî yê Heleba berê û ya niha nexiş kir.

Di vê raporê de em ê balê bikişînin ser şahbanûya Kurd Deyfa Xatûn a ku 6 salan ji sala 1236'an heta 1242'yan de bajarê Helebê bi rêve biriye.

DEYFA XATÛN KÎ YE?

Nivîskar Mihemed Xêr Remedan Yûsif di pirtûka xwe ya bi navê " Jina Kurd di dîroka îslamê de" behsa Deyfa Xatûn dike. Dibêje "Li gorî gelek çavkaniyan, navê wê Sefiya ye, lê ya rast Deyfa ye. Têkildarî nav jî Ebû El-Fîda dibêje, dema Deyfa ji dayik bû mêvanekî bavê wê hebû." Di zimanê Erebî de jî "Deyf" tê wateya "Mêvan.

Lêkolîner Abdullah Hecar jî di gotareke xwe de behsa kurtejiyana Deyfa Xatûn dike û dibêje: "Deyfa Xatûn di sala 1186'an de li kelha Helebê ji dayik bûye. Li wir bavê wê qiral, Seyfeldîn Ebû Bekir Mihemed kurê El-Şikir Eyûb kurê Şazî kurê Yaqûb dijiya. Ji ber mêvanekî bavê wê hebû, wî navê keça xwe kir Deyfa, êdî Deyfa bû keça qiral, hevjîna qiral El-Zehir Xazî û dayika qiral."

Lêkolînerê dîrokê Dr.Ferhad Nasan jî ji ajansa me re got: "Deyfa Xatûn şaristaniyeke mezin avakir. Weke wê di mîrateya madî û manewî de nebû, ne ji welatiyên dilsoz ên Helebê ba wê navê wê winda biba. Gelek tişt kir ku weke wê jinan li Misir û Şamê nekirin."

Dr. Ferhad diyar kir ku li gor endamê komîteya nivîsandina dîroka Sûiyê Suhêl Zekar, tu carî Heleb ji aliyê şêniyên xwe ve nehatiye rêvebirin.

DEYFA XATÛN ÇI JI HELEBÊ RE KIR?

Dr. Ferhad Nasan di axaftina xwe de îşaret pê kir ku Deyfa Xatûn û hevjînê wê qiral El-Zahir kurê Selahedînê Eyûbî ye, şûnwarên şaristanî û avahiyên ku nayê jimartin, ava kirin û wiha domand: "Cihê serbilindiyê ye ku rengê dawî yê kelha Helebê, mizgeftên wê, sûrên wê, bircên wê, bazar û dibistanên wê di serdama Deyfa Xatûn de pêk hatin, niha ew dever di lîsteya rêxistina UNESCO'yê ya mîrateya mirovî de ne. Her wiha mizgefata El- Ferdos ava kir, ku wê demê ji ecêbên dunyayê bûn, ji ber ku bi pirbûna nexşe û kevirên xwe yên giranbuha tê nasîn."

Her wiha got, şahbanûya Kurd Deyfa, li kolana El Xetîb a taxa Ferafîra  ya herêma Bab El-Erbeîn, ''Xanqah Ferafîra'' ava kir. Di dîrokê de navên wê Xanqah El-Nasiriya, Xanqah El-Adiliya, Xanqah Deyfa Xatûn, Xanqah padîşahê Adil û Aanqah padîşahê El-Nasir hatin bibîrxistin.

Xanqaha Ferafîra avahiyeke dîrokî li Helebê ye, ji bo hewandina jinan hatibû avakirin, tenê ew heta niha maye ku weke şêwazê dibistanekê hatiye avakirin.

Dr.Ferhad, da zanîn ku Deyfa Xatûn di serdema xwe de pêşketin û geşedan çêkir, xetên  avê gihand her cihî, dibistan û xanqah ava kirin, alîkariya hejaran dikir, parastina Heleb ji Mexol, Selacîqa û Xaçperestan kir.

Lêkolînerê dîrokê Dr. Ferhad Nasan di dawiyê de anî ziman ku dîzayna Helebê ya berê ji aliyê Deyfa Xatûn ve hatiye çêkirin ku 6 salan Heleb bi rêve bir.

Şahbanûya Kurd Deyfa Xatûn di sala 1242z'an de di temenê 58 salî de koça dawî kir, li Helebê hat veşartin.

Dema ku wefat kir, weke şîn, dergehên Helebê 3 rojan hatin girtin.

(şt)

ANHA