Li Efrînê qirkirina xwezayê dewam dike: 100 darên din hatin birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabatayê 100 dar birîn.

Li Efrînê qirkirina xwezayê dewam dike: 100 darên din hatin birîn
12 nîsan, 2022   14:04
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya ku ev 4 sal in di bin dagirekeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên dermirov, qirkirina xweza, îmhakirina çand û dîrokê û guhertina demgorafîk bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku ji navçeya Mabatayê hatin wergirtin, çeteyên koma "El-Emşat" li gundê Kaxira 100 dar birîne.

Dagirker daran dikin êzîng û bazirganiyê pê dikin.

ANHA