Hevpeymana civakî ji şêniyên Minbicê re hate şîrovekirin

Komîteya Jinûve Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke berfireh li bajarê Minbicê li dar xist. Di civînê de reşnivîsa hevpeyamê ji nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê re hate şîrovekirin.

Hevpeymana civakî ji şêniyên Minbicê re hate şîrovekirin
12 nîsan, 2022   13:48
MINBIC

Civîn li hola civînan a Meclisa Qanûnsaz a Minbicê hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşedarî civînê bûn.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Şehrîban Çawîş reşnivîsa hevpeymana civakî xwend ku ji 99 made û bendan pêk tê. Di madeya 1`emîn de wiha tê gotin: "Ev hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kilêşa wê cewhera vê hevpeymanê û beşek jê ye."

/ar/uploads/files/2022/04/12/130044_ajtmaa-mwsa-fy-mnbj-lshrh-mythaq-alaqd-alajtmaay-e280ab283045364229e280ac-e280abe280ac.webp

Li gorî madeya 2'an,  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre sîstema demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê.

Madeya 3`emîn jî dibêje, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewabûna xwe ji îradeya gel û komên li ser esasê hevkariya azad û wekhev û bi rêya hilbijatinên demokratîk, digre.

Di madeya 4`emîn de tê gotin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji komara Sûriya Demokratîk e.

Piştre her bendek cûda ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfa Xelo ve hate şîrovekirin û nîqaş li ser hate kirin.

Tê zanîn ku Komîteya Jinûve Sazkirina Hevpeymana Civakî dê civînên xwe ji sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê re, her wiha ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî re dê dewam bike.

 Endamê Komîteya Jinûve Sazkirina Hevpeymana Civakî Îmad El-Keraf di civîna îro li bajarê Reqayê hate lidarxistin de got, hevpeymana civakî dê herî zêde di nava 3 mehan de bi awayekî fermî were derxistin û xebat ji bo pêkanîna wê were kirin.

(bx)

ANHA